Rojnameya Ronahî

Pêşangeha pirtûkên kurdî ji bo nivîskarên kurd gaveke girîng e

Darîn Silê/Qamişlo

Bi armanca pêşkêşkirina berhemên wêjeyî û gihandina wan ya nifşên nû, herwiha pêşkêşkirina pirtûkên kevin û çapkirina pirtûkên nû bi zimanê kurdî, pêşangeha pirtûkên kurdî li qamişlo hat vekirin.

Di salvegera Roja Zimanê Kurdî (15`ê Gulanê) de Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Pêşangeha Yekê ya Pirtûkên Kurdî ya bi navê (Bi Kurdî Bixwînin, Bişaftinê Hilweşînin), li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo vekir. Di pêşangehê de zêdetirî 10 hezarî pirtûk û bi her pênc zaravayên kurdî hatin pêşkêşkirin, herwiha 15 weşanxaneyên li Rojava, Dîwana Wêjeyê, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd yên Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî beşdarî pêşangehê bûn.

Pêşangeha zimanê kurdî gaveke pîroz e

Nivîskarê Kurd yê 80`ê salî Ebas Ismaîl ku ji sala 1982`yan ve pirtûkan bi kurdî dinivîse li ser giringiya pêşangehê wiha got: Ez tevlî gelek pêşangehan bûme, niha jî ez tevlî pêşangeha pirtûkên bi zimanê kurdî bûme. Vekirina pêşangeheke bi zimanê Kurdî gaveke pîroz e û girîngî û bandora xwe li ser civakê heye. Di rewşa me ya niha de pêşangên bi zimanê kurdî pir girîng in û pêwîstiya her mirovî pê heye.

Ebas Ismaîl da zanîn ku 32 pirtûkên wî yên bi zimanê kurdî hene û axaftina xwe wiha domand: Piraniya pirtûkên min çîrok, gotinên pêşiyan û folklor in. Hin caran ez helbestan jî dinvîsim. Min li ser jiyana Selahedînê Eyûbî min romanek û li ser jiyana Kurdên Sûdanê pirtûkek nivîsiye.  

Ebas Ismaîl bîr xist ku berî niha beşdarî pêşangeha Şehîd Herekol bûye û got, ez tevlî her çar salên lidarxistina pêşangeha Herekol bûme û her sal pirtûkên min hatine xelatkirin.

`Pêşangeha yekê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê`

Endamê Dîwana Wêjeya bakur û rojhilatê Sûriyê û nivîskar Botan Ednan Hoşê, ku bi çîrokên xwe yên cuda beşdarî pêşangehê bûye diyar kir ku pirtûkên wê li ser şoreşê, zarok û civakê ne û got, pirtûkên min tev bi zimanê kurdî ne ez ti caran bi erebî nanivîsim. Em pir kêfxweş in ku pêşangeheke wiha hat lidarxistin. Ev cara yekê ye pêşangeheke wisa bi vî rengî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê tê vekirin. Ev pêşangeh ji bo gelê herêmê, bi taybet jî nivîskarên Kurd pir biwate û gava pêşketinê ye.

`Pêşangehên bi vî rengî çand û hunera civakê diparêzin`

Botan Ednan di dawiya axaftina xwe de got, mirov bi pêşangehan mewhîbe û xebata xwe ya bi salan derdixe û pêşkêşî civaka xwe dik. Niha jî di pêşangeha pirtûkên kurdî de gelek nivîskar nivîs û pirtûkên xwe, herwiha keda bi salan pêşkêş kirin. Pêşangehên bi vî rengî di serî de ziman, çand û hunera civakê diparêzin û pêş dixin.

`Pêşangeha pirtûkên kurdî zimanê dayîkê pêş dixe`

Keça bi navê Rona Egîd ya 13 salî jî ku beşdarî pêşangehê bûye wih axivî: Pirtûkxaneya min ya bi navê Şehîd Herekol heye. Jimara pirtûkên min 1410 e û sernavên wan jî 95 in. Ez bi pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bûme. Ji şeşsaliya xwe heta niha min 300 pirtûk xwendine. Pêşangeha pirtûkên kurdî, zimanê dayîkê pêş dixe.

Rona di dawiyê de bang li zarok û ciwanan kir ku li çanda xwendinê xwedî derkevin, heriwha zimanê xwe biparêzin û paşroja xwe bi xwendina pirtûkan ava bikin.