Rojnameya Ronahî

Di xetera qirkirinê de rewşa rewşenbîrên Kurdistanê

Armanc  Hêvî

Têgîna rewşenbîr di tevahî cîhanê de li gorî şert û mercên civakê û pergala heyî ya welatan pênaseya xwe dibîne. Wek têgîn derketina rewşenbîrî jî her çi qas Rojava (welatên Ewropî) kiribe malê xwe, di bingehê de cewherê xwe ji Rojhilata Navîn belav bûye û her welatek li gor xwe şîrove kiriye û xwedî derketiye. Ser vê esasê ji bo Kurdistanê jî pênaseya rewşenbirî di nava xwe de xweserbûnê dihewîne. Ji ber ti welatek mîna Kurdistanê nehatiye perçekirin.

Perçebûna welat bandorê xwe ser tevahî bûyer, diyarde û jiyana mirovan kiriye. Her perçeyekê Kurdistanê de rejimên heyî li gorî berjewendî û desthilatdariya xwe civakê rêve dibe û pergalê xwe dide rûniştandin. Di nava vê pergalê de wek netewa Kurd di dirêjahiya dîrokê de pêşiya hebûn, nasname, çand, kevneşopiya xwe parastin û hest û ramanên xwe anîna ziman de gelek astengî û zehmetiyên cûr bi cûr derketiye holê. Di heman demê de li hemberî zext û zordariya pergalên serdest wek parêzvanên civakê kesayetên bi hêz jî derketine. Mixabin her raperînê ku pêşketine bi têkçûnê encam bûye. Sedema xwe yê esasî jî nebesiya hevgirtin, yekîtî û rêxistinkirina civakê bû. Bi vî awayî jî dek û dolabên dijmin li dijî civakê, îxanetkar û hevkarên xwe ava kiriye. Dema kesayetên bi wêrekî li hemberî pergala serdest serî radikir yan dihatin darvekirin, kuştin yan jî sirgûn û mişext dikirin. Ew rewş ne tenê perçeyekî tevahî Kurdistanê de rû dida. Bi demê re ew perçebûna erdnigarî feraset, hişmendî û jiyana mirovan de jî perçebûnê ava kiriye. Ji dîrokê heya roja me ya îro jî ew perçebûn her çi qas hin guhertin hebin jî didome. Kurtasî piştî van bibîrxistinên dîrokî ser rewşa rewşenbîrên Kurdistanê û wek gelê Kurd pêvajoyê ku em tê de derbas dibin bînim ziman. Jixwe di wir de derfetên ku bi firehî bûyerên dîrokî vekin tune ye. Mebesta nivîsê jî ne ew e. Lê weke ku tê zanîn roja me ji dîrokê ne qut e. Her pêşketin û geşedanên rû didin çavkaniya xwe ji dîrokê digirin.

Çarçoveyeke giştî de dema mirov li têgîna rewşenbiriyê dinêre nêrandin û nirxandineke kêm û nebes tê dîtin. Dîsa di wir de pirsa ‘Rewşenbîr kî ye?, Ji kî re rewşenbîr tê gotin?, Armanca hebûna rewşenbîrî çiye?’ derdikeve holê. Tenê bi nivîsandin, pirtûk, kovar, rojname derxistin, di nava xwe de çend çalakiyên çandî û hunerî pêş xistin rewşa me ya îro ku civaka me di bin xeteriya qirkirinê de ye, her kêlî destwerdan, tehdît û êrîşên dagirkerên Kurdistanê hene têrî nake û di esasê xwe de rola bingehî ya rewşenbîran ji holê radike. Kurtasî pêşxistina civakê di bin berpirsyariya rewşenbîran de ye. Lê belê her ku mirov çavdêrî dike hebûna rewşenbîrî di nav civakê de pir lewaze. Bi navê “hevgirtin” û “yekîtî” de tenê xîtabî beşekê mirovan dike û hêlîna xwe yê teng de jiyana xwe didomîne. Aliyeke din binêrin feraseta lîberalîzm ango takekesî jî rewşenbîrên Kurdistanê de pêş ketiye. Jixwe razîbûn, xwe di jorî civakê de dîtin, weke kesayeteke zane, bi aqil, navdar pêş dikeve. Yanî berhemên ku tê dayîn pîvana civakê de çi qas encam dide û civakê pêş dixe ew jî mijara nîqaşê ye. Divê rewşenbîr aligirê demokrasî, wekhevî, azadîxwaziyê be. Dikare ji partî û saziyên siyasî cûdatir her roj nava civakê de bin û zanebûna xwe bi civakê re parve bikin. Lê ew erk û berpirsyarî ji siyasetmedaran re hatiye hiştin. Jixwe perçebûna ku partiyên siyasî ya Kurdan de nahêle yekîtiya netewî ava bibe û li hember  dijmin hêzeke yekgirtî pêş bikeve. Ew rewş tevî ku ji aliyê herkesi ve tê dîtin mixabin rewşenbîrên me neçar û teng dimînin. Di nava vê aloziyê de yê ku ber linga diçe civak bi xwe dibe. Partiyên xwe dinyayekî ye û rewşenbîrên xwe dinyayekî ye. Vê demê çawa li hemberî qirkirin, bişaftin, destwerdan û êrîşên dijmin bisekinin!

Rewşeke wiha xeteriya qirkirinê de ti kes nikare xwe di hêlîna xwe de veşêre. Taybet yên weke pêşengên civakê tên pênasekirin nikarin ji rêze tevbigerin. Bi taybetî rewşenbîrên Kurdistanê her alî  ve pêşketin û geşedanên ku rû didin xwe berpirsyarê sereke bibînin. Dema ku ew berpirsyarî bi cewherî pêş bikeve pêwîstî ji siyasetmedaran namîne. Ji ber rewşenbîrên ku civaka xwe ronî û rewşen kiribe, anîbe asta ku karibe xwe biparêze û têkoşîn bike vê demê yekîtî, hevgirtin û xwe bi xwe rêvebirina civakê pêş bikeve. Hîn dem heye û tiştê ku winda bikin jî nemaye.