Rojnameya Ronahî

Fermandarê HPG’ê Dr. Mazlûm: Kes nikare PKK’ê tune bike

Ji fermandarên HPG’ê Dr. Mazlûm anî ziman ku dewleta Tirk ji tirsa pişta xwe spartiye teknîkê û got, “Dewleta Tirk timî îdîa dike ku wê PKK’ê tune bike. Bila zanibe; ji kesî nayê ku PKK’ê tune bike.”

Ji fermandarên HPG’ê Dr. Mazlûm bi wesîleya 46’emîn Meha Şehîdan a Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Dr. Mazlûm destpêkê di şexsê şehîdên Meha Gulanê de şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û got, “Em şopdarên şehîdên şoreşê ne, em ê xwedî li keda wan derkevin. Bi taybetî Hakî Karer û Çaran (Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner) careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa şehîdên xwe bin. Em îro bi saya wan hevalên xwe yên pêşeng gihîştin vê astê. Bi taybetî dîroka şoreşa me ji dîroka şoreşên cîhanê xwedî cihekî cuda ye. Di 28 raperînan de dagirkeran her tim polîtîkaya tunekirin, dagirkerî û qirkerî li ser Kurd û Kurdistanê meşandin.

Li hemberî vê yekê jî Rêber Apo li gel hevrêyên xwe dest bi têkoşîna azadiyê kirin. Di encama ked û hewldana hevrê û Rêberê me de Kurd û Kurdistan ji aliyê tevahiya cîhanê ve têne naskirin. Meha Gulanê salvegera şehadeta Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya ye. Wan jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê em pêşengên hêja yên şoreşê neyên jibîrkirin, her tim li ser şopa wan bin. Sekn, jiyan û têkoşîna hevrêyên me yên şehîd bûne, îro jî ji bo me mînak e.”

HÛN KÊ TUNE DIKIN?

Dr. Mazlûm bal kişand ser gefên dewleta Tirk û got, “Dewleta Tirk zane ku neheq e, lewma gelekî ditirse. Ji Asya Navîn hatin û Rojhilata Navîn û Kurdistan dagir kirin, piştre jî Kurd tune hesibandin. Lê belê cîhan tev zane ku eger ev şoreş bi ser bikeve wê çar parçeyên Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bibe ûa zad bibe. Em ji vê yekê bawer dikin û îdeolojiya me jî xwe dispêre vê. Dewleta Tirk a dagirker ji ber tirsa ji vî şerî xwe spartiye hêza xwe ya teknîkê.

Timî îdîa dike ku wê PKK’ê tune bike. Hûn kê tune dikin? Bila her kes zanibe ku kes nikare PKK’ê tune bike. Li ser rûyê erdê Kurdekî bi tenê jî bimîne têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê wê dewam bike. Ev yek ji bo me zelal e. Faşîzma AKP-MHP’ê her Kurdek kiriye hedefa xwe û dijmin ragihandiye. Lewma divê her Kurdek bi vê têgihiştinê tevbigere.”