Kovara Psychology Kurdî ku herî dawî jimara xwe ya 14’an derxist, rewşa kovargeriya Kurdî nirxand û bal kişand ser kovarên tematîk yên ji bilî edebiyatê ku niha derdikevin
Kovara Psychology Kurdî ku herî dawî hejmara xwe ya 14’an derxist, rewşa kovargeriya Kurdî nirxand û bal bire ser kovarên tematîk ên ji bilî edebiyatê ku niha derdikevin. Her wiha ji bo mîrasa kovara Hawarê jî got, heger îro em bi vê alfabeyê dinivisînin bi saya Hawarê ye.
Nirxandina Kovara Psychology Kurdî wiha ye;
“Kovargeriya Kurdî di her dem û dewranan de bi pirsgirêkan re rû bi rû maye. Lê her dem jî li ber xwe daye û her dema ku firset hatiye dîtin jî kovergeriya me xwe gîhandiye weşanê. Gava em bala xwe didinê heta salên 2000’î çend kovar tenê derdikevin û carina yek tenê dikare li ser darê linga bimîne. Ango bi teqla be jî kovargeriya me li ber xwe daye. Lê divê em vê ji bîr nekin, heta van salên dawî jî di nav de, ev kovargeriya ku em behsa wê dikin hema bêjin hemû di çarçoveya edebiyatê de ye. Lê îro roj gava em bala xwe didin kovarên ku derdikevin, em dibînin ku ji bilî kovarên edebiyatê yên tematîk jî derdikevin. Hin kovar tenê li ser qadekê kûr dibin û ev jî bi xwe re başbûnê tîne. Ji ber vê, mirov bi hêvî ye ku siberoja kovergeriya me wê baştir bibe û jixwe her diçe jî baştir dibe.
Hawarê kir ku em bi kêmasiyên xwe bihisin û di vî warî de gelek mînakên pêşî ku berî wê ti kesî û ti kovaran nedabûn, da ber xwe.
Ji ber vê, Hawarê mîraseke ku divê em xwe di gelek rêyan de biceribînin ava kir. Ew kêmasî şanî me kirin. Eger firset hebûya û Hawar hinekî din li ser linga bimaya, belkî îro kovargeriya me hîn li pêştir bûya. Belkî em dereng bi Hawarê hisiyabin lê îro roj kêmasî hebin jî em di wê baweriyê de ne ku banga Hawarê gihaye me. Eger em niha vê nivîsê jî bi vê alfabeyê bikaribin binivîsîn, ev xwedîderketina li wê mîrasê ye.”
Ozgûr Polîtîka