Ayşa Silêman/Dêrik
Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ciwan Ibrahîm diyar kir ku yekem berhem bi zimanê kurdî ku wî xwendiye û bandoreke mezin lê kir, dîwana Seydayê Cegerxwîn ya bi navê ‘Kî Me Ez’ bû.
Helbestvanî kurd Ciwan Ibrahîm di sala 1962’an de li gundê Kasanê yê girêdayî herêma Dêrikê jidayîk bûye. Wî xwendina seretayî li gundê xwe xwendiye û xwendina navîn û amadeyî li Dêrikê qedandiye. Piştre wî Peymangeha mamostetiyê li Bajarê Hesekê xwendiye û piştî wê zanîngeh beşê Perwerdeyî bidest xistiye.
Di derbarê jiyan û xebatên xwe yên çandî de, helbestvan û endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ciwan Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.
Kurtejiyana Ciwan Ibrahîm
Ibrahîm da zanîn ku jiyana wî ya li gund ji ber xizanî û feqîriyê bi zor û zehmetî derbasbû û wiha got:”Ji ber nebûna derfetên kar malbata min neçar ma berê xwe bide bajarê Dêrikê. Ji ber ku min dixwend birayê min yê ji min piçûktir kar dikir ji bo debara malê. Min gelek ji xwendinê hez dikir, dema ez piçûk bûn bavê min helbestên Melayê Cizîrî dikirin qesîde û digotin. Wî stranên gelêrî û filiklorî jî digotin, lê piştî ku têkiliyên wî bi mala şêx re çêbû û bû older ev yek bandoreke neyînî li me kir. Ew çanda kurdî ya resen di mala me de nema, êdî dest bi helbest û dîwana Melayê Cizîrî kir. Dema ez piçûk bû sofî li mala me kom dibûn bavê min jî helbestên Melayê Cizîrî bi awaz ji wan re digotin. Ji ber min li dengê bavê xwe guhdar dikir, hezkirina min ji helbest û wêjeya kurdî re çêbû, êdî ew helbestên ku bavê min dixwendin min ezber dikirin. Dema ez refa 10’an bû hin waneyên min yên bîrkarî hebûn min fam nedikir min berê xwe da mala cîranê me da ku waneyê bide min navê wî ismaîl bû li çiyayê azad Şehîd ket, li wir min Dîwana Seydayê Cegerxwîn Kîme Ez dît û biryar da ku bixwînim. Dema ez refa 5’ê bûn bavê min ez fêrî tîpên kurdî kiribûm, lewma hinekî min dikarî ez bixwînim. Ev pirtûka yekem bû ku min bi zimanê kurdî dixwend û gelek bandor li min kir. Ji ber ku hezkirina min ji wêje û helbesta kurdî re hebû, lewma min di refa 12’an de dest bi nivîsa helbestan kir.”
‘PKK’ê bû hêvî ji hemû kesên hejar re’
Ibrahîm axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Min du salan li Hesekê peymangeha Mamostetiyê xwend, ji ber kêmbûna derfetan û xizaniyê min nikarîbû li Şamê bixwînim. Li gor pileyên min erdîngarî ji min re derket lê hezkirina min ji sporê re hebû. Min berê xwe da Helebê da ku xwe di peymangeha werzîşê de tomar bikim, lê ez ji tomarkirinê bêpar mam ji ber ku ez rojekî dereng mabû. Piştî ku min li Hesekê Peymangeha Mamostetiyê bidawî kir ez salekî bûm mamoste û çûm leşkeriya dewletê. Piştî 2 û nîvan min leşkerî bidawî kir û careke din vegeriyam mamostetiya xwe. Di wan salan de jî tevgera PKK’ê di Rojava de xurt bûbû, ev partî bû hêvî ji hemû kesên xizan û xwendekaran re. Êdî hemû xwendekaran berê xwe didan pirtûkên siyasî û dîrokê da ku bixwînin. Piştî ku min leşkerî bi dawî kir bi çend rojan, Şehîd Mihyedîn hat gel min û me gelek nîqaş kir li ser rewşa siyasî ji min xwest ku ez jî tevlî kar bibim. Ji sala 1987’an heya 1997’an de di nav gel de min xebatên partiyê didan meşandin ji milê hişyarkirin, dayîna daxuyaniyan, belavkirina belavokan û me beşek ji wan fêrî tîpên zimanê kurdî jî kirin. Di sala 1990’î de komên me yên Newrozê çêbûn, girûpa çandî jî hat çêkirin, kesên ku gotar, çîrok û helbest dinivîsandin em li hev kom dibûn û me berhemên hev nîqaş dikirin. Di sala 1996’an de di navbera Sûrî û Israîl de nexweş bû, wê demê hikumetê navê min xwestin da ku ez reserve bim di leşkeriyê de. Min gelek hewildanên xwe kirin ku ez tevlî partiyê bibim lê partiyê qebûl nedikir, ji min dixwestin ku ez di nav gel de bimînim, ez neçar mam 45 rojan herim leşkeriyê.”
Berdewamkirina xebatên partiyê di nav civakê de
Ibrahîm axaftinên xwe domand û wiha got: “Di sala 1997’an de dewletê ez ji kar avêtim, 4 salan ez bêkar mam û min berê xwe da Libnanê li wir hêviyên min pêk nehatin ez careke din vegeriyam Dêrikê. Êdî min dest bi kar kir çi himaltî, bilokçî û teyantî ban. Di sala 2000’an de careke din çûm Beyrûtê û li wir fêrî boyaxtiya malan bûm. Li Beyrûtê jî min perewerdeya ziman dida karkeran, li wir hevalek min ji min re got ku xalekî wî heye dikare bi min re bibe alîkar heya ku ez li mamosetiya xwe veger im, min hêviyên xwe qutkiribûn ji ber ku ez berî wê gelek caran çûm ji min xwestin ku ez bibim ajal û bi wan re kar bikim heya ku min careke din vegerînin kar. Lê dema ez çûm cem xalê hevalê xwe ji min re got ez dikarim te vegerînim rewşa te hîsane lê pêwîste tu pereyan bide, min qebûl kir heftiyek bûrî û min dest bi çêkirina kaxezên xwe kirin û careke din dest bi mamostetiya xwe kir. Nêzî du salan min li gundan mamostetî kir û paşê vegeriyam Dêrikê, tevî karê mamostetiyê jî, min xebatên partiyê hîn di nav civakê de berdewam dikirin.”
Belavkirina çanda xwendina pirtûkan
Di sala 2011’an de piştî ku şoreş dest pêkir, heval Hisên Şawîş hat gel min da ku ez waneyên ziman bidim hevalên jin. Me bi dizî di malan de dest bi wanedayînê kir, di 12’ê Cotmeha sala 2011’an de me dibistanek li gundê Bestasûs bi navê şehîd Dicle bi şahiyeke mezin vekir û li wir dest bi perwerdeya zimanê kurdî kir. Piştî wê di meha Berfanbar de bi awayekî fermî me Saziya Zimanê Kurdî li taxa Sor li Bajarê Dêrikê vekir û ez 4 salan bûm berpirsiyarê saziya ziman. Di sala 2013’an de dewletê hijmarek ji Kesan ji kar avêtin û ez jî di nav lîsteya yekem de bûm ku ji kar hatim avêtin. Di sala 2014’an de ez çûm komîteya amadekirina minhacê dibistanan, du mehan ez mam li wir. Di heman demê de komkujiya şengalê çêbû û xelkê Şengalê koçber bûn ez hatim erikdar kirin ku li Kempa Newroz wan zarokên koçber bi rêxistin bikin û ji wan re dibistanan vekin, me him perwerde dida mamosteyan û him jî me dida xwendekaran nêzî salekî li wir mam. Ji sala 2014’an heya 2019’an pirtûkxaneya Çand û Hunerê kes têde nebû min ev erk girt ser milê xwe ku bibim berpirsê wê. Dema Yekîtiya Rewşenbîran hat avakirin ez rêveberê wê bûm, me civînên xwe di pirtûkxaneyê de çêdikirin da ku sardana pirtûkxaneyê were kirin û çanda xwendina pirtûkan belav bibe. Heya niha jî endamê yekîtiya rewşenbîra me.”
‘Vekirina peymangehê xewna min ya duyem bû’
Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ciwan Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: ” Di sala 2016’an de Zanîngeha Rojava hat vekirin, ez çûm wir û min 3 salan waneyên wêjeya Kurdî û Şêwaz dan. Ji ber ku rewşa min ya tenduristî nebaş bû ez vegeriyam bajarê Dêrikê û min 3 salan mamostetî kir. Di heman demê de min di qenala Ronahê de 23 xelek ji bernameya Rewşen jî pêşkêş kirine. Piştî wê bijîşk ji min re got rewşa gewriya te nebaşe û axaftin bikêrî te nayê. Êdî min pêşinyar kir ku bibin berpirsê pirtûkxaneya Dibistana Şehîd Yûsiv Elezemê û Şehîd Şervîn, du salan min ew bar girt ser milê xwe. Her wiha Peymangeha Bilind a Huner hat vekirin û pêşinyar hat kirin ku ez cihê xwe di rêveberiya wê de bigrim. Piştî xewna min a yekem ku saziya ziman hat vekirin ev xewna min ya duyeme ku pêk tê. Peymangihek bi vî rengî li Rojavayê Kurdistanê vebû, têde giyanê kurdewarî, çand û hunera kurdî ya resen jî tên dayîn. Her wiha ev 3 salên min in ku ez di Radiyoya Dicle de bernameya siyasî a bi navê Peyve Rast pêşkêş dikim. Du berhemên min jî hen yek bi navê ‘Roj’ a din jî bi navê ‘Xwedawendên Bedewiyê’ ye.”