Di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Bismilê ya Amedê ji bo zarokan bernameyeke ziman û çandê hat lidarxistin.
Di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Amedê Bismilê, ji bo zarokan bernameyeke ziman û çandê hat lidarxistin.
Çalakiyên bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tên lidarxistin, dewam dikin.
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê, MA Muzîkê li taxa Seyrantepe ya Bismilê bername li dar xist.
Destpêkê bi erbaneyan meş hat lidarxistin û piştre jî alfebaya Kurdî fêrî zarokên taxê kirin. Dûre jî serûçavê zarokan hat boyaxkirin û resm hatin xêzkirin. Zarokan, li ser cawekî spî tiştên ku xeyal dikin, xêz kirin.
Her wiha ritma muzîkê jî fêrî zarokan hat kirin û zarokan bi hev re strana Aram Tîgran a “Zimanê Kurdî” got.
Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.
MA/AMED