Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, şehîd Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 30’î ya şehadeta wê de bi bîr anî.
Komîteyê got, “Yek ji şehîdên leheng ên Gulanê şehîd Mîzgîn e. Hunermenda şoreşger û fermandara efsanewî Gûrbet Aydin, bi navê din Mizgîn, di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê, bi berxwedaneke bi heybet tevlî karwanê nemiran bû. Şehîd Mizgîn li pey xwe modêleke kesayeta jin a azad, hunermend û şoreşger ji bo me hişt. Em di şexsê şehîda nemir heval Mizgîn de tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin, soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.
Îro modernîteya kapîtalîst ji bo nirxên civakê bênirx bike û civakê ji hev belav bike, huner û hunermend weke amureke sereke bi kar tîne. Li şûna feraseta kom, komînalbûn û civakbûnê, takekesiyeke ji disîplîn, felsefeya azadiyê û jiyana watedar qutbûyî, dide pêş. Şehîd Mizgîn di meşa xwe ya pêşengiya jin a milîtanî û pêşengtiya hunermenda civakî û şoreşgerî de li dijî vê feraseta dijcivakî, dijçandî û dijwateyî xeteke azad diyarî me kir.
Em weke gel û tevgera azadiyê îro di hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de ji bo Rêberê we, ji bo welatê xwe têdikoşin. Gerîlayên qehreman li hember dagirkeriyê bi ruhekî fedaî şer dikin û pergala dijmin parçe dikin. Her hunermend jî pêwist e bi vî ruhê şoreşger tevbigere û têkoşînê mezin bike.
Heval Mizgîn bi sekin û jiyana xwe, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û huner a azad. Dîsa 11’ê Gulanê ku salvegera şehadeta şehîd Mizgîn e, weke roja şehîdên tevgera çand û huner hatiye pejirandin û îlankirin.
Em, weke şagirt û hevrêyên şehîd Mizgîn, careke din wê bi bîr tînin û soz didin ku sekna wê ya hunermend, fermandar û jina azad wê bibe perspektîfa me.”
Ozgûr Polîtîka