Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cumlê-Reîs

10/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Cumlê-Reîs
Share on FacebookShare on Twitter

Bayê faşîzmê, li çar parçeyên Kurdistanê xerab dibizive.
Faşîma Turkî, bi navê “Serokatiya Tîpê Tirk”, dest pê kir; erkên îradî û dewletî teva di destê “Reîs Erdogan” de kom bûne. Îradeya faşîst ku, bi tecrîd û îzolekirina Birêz Ocalan, stratejiyên radîqal kirin pratîkê wê êrîşên xwe dijwar bike.
Cumhur-Reîs Erdogan, bû Cumle Reîs… Û weke her diktatorî, “nîgaregend”iya tiştên nînin, nebûne dike. Îradeya Kurdan şaredarî xesp kirin, zimanê Kurdan, medya Kurd jî qedexe kir. Bi fermana dawî rojnameya Kurd Welat jî girt. Şaredarî, saziyên kulturî û medya, çavkaniyên magnetîk yê Kurdan bûn, teva tune kirin.Piştî ku çavkaniyên magnetîk yên netewa Kurd tune kirin, faşîzma turkî, li Bakur, Başûr û Rojava çavkaniyên magnetîk yên dagirkeriyê ava kirin. Ji bo vê jî, stratejiyên herî radikal kirin pratîkê. Armanc, rê girtina li ber Şoreşa Kurdî ye. Di van stratejiyên radîkal de, Cumle-Reîs Erdogan ne tenê ye; hêzên global-komploger jî li gel wî ne.
Piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê, demildest hilbijartinên herêmî kirin rojevê. Armanc, ji holê rakirina rexneyên dijwar yên li ser qeyum û xespkirina şaredariyan e. 24ê Hezîranê “cumle reîs”tî meşrû kir, bi hilbijartinên herêmî jî, dixwazin, hem çavkaniya magnetîk-îradeya Kurdan bi giştî tûne bikin, hem xespa şaredariyan meşrû bikin.
Sîstema diktatoriyal û gihiştina qonaxa îro, ne “aqil”ê Erdogan bi tenê ye; çavkaniyek global heye û gav bi gav dimeşê. Di vê riya gav bi gav û nerme de, Kurd hêdî hêdî li ber piyan diçin. Kurd çavkaniya Şoreşa Rojhilata Navîn in, mêjî li Imralî dibin tecrîda girande ye; Rojava, dibin dorpêçeke global û dagirkeriyê de ye… Emerîka û Rusya jî destekê didine dagirkeriyê. Başûrê Kurdistanê li ber çavên cîhanê tê dagir kirin, hikumeta Hewlêr û ya Baxdayê bêdeng in. Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê ne hêzên dagirker, Gerila û PKKe wek dagirker bi nav kirin. Gerilayên PKKê, dema ku DAIŞê, bi fermana dewleta Tirk êrîşî Başûr kir, di eniya herî pêş de şer kirin, xwin dan, can dan.Mixabin, li Başûr, çavkaniya magnetîk ya “faşîzma turkî”, PDKe û desthilatdariya Hewlêrê ye. Ev sahih e. Lê, li Başûr magnetîzma neteweyî ya Kurd şiyar e, li dijî dagirkeriyê têkoşînê dike. Mertalên zindî, Eniya Neteweyî û meşa li 9 bajaran mînak in!…
Li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî walî, dadgerî, burokrasî çavkaniyên megnatîk yên faşîzmê ne. Waliyên Tirk li Bakurê Kurdistanê, herêman qedexe dikin. Ev qedexe li dijî mirovan, li dijî pez û dewaran e. Kurdistan kirine zindanek dojehî, walî, burokrat, fermandarên Artêşa Tirk bûne zebanî. 11 bendavên li Bakurê Kurdistanê têne çêkirin, hem cografya, hem civaka Kurd parçe dikin.Artêşa Tirk, di operasyonan de daristanan dişewitîne. Geya, ax, kevir, heywan, kêzik, kurmik, beraz, hewa û av tê şewitandin. Çûk jî direvin. Ev jî çavkaniya herî dijwar ya magnetîk ya faşîzma turkî ye. Mixabin Ewropa jî çavkaniyeke magnetîk e. Li Elmanya, avêtin ser weşanxeya Kurdan, pirtûk, amurên çapkirinê desteser kirin, avêtin ser komeleyên Kurdan; li Norwecê siyasetmedareke Kurd radestî Tirkiyê kirin. Mînak zêde hene. Rojava, parçeyek ji Suriye ye, Suriye endamê Neteweyên Yekbûyî ye, Tirkiyê jî xaka Suriye dagir dike, demografiya Rojava diguhere; komên çete ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek terorîst hatine erê kirin, li cihê Kurdan bi cih dike, sucê mirovahiyê dikin û NY bêdeng e. Ev teva didine xuya kirin ku, faşîzma turkî, ji gelek çavkaniyan tê xwedî kirin. Cumle-reîs Erdogan, di vê hîpotez û stratejiyên radiqal de, ne tenê ye. Cumle Reîs Erdogan, li Tirkiyê, hêza makro biryaran teva kiriye destên xwe. Vê êrîşên xwe dijwar bike.
Divê Kurd şiyar bin, rojeva Kurdan jî, ant-î teza faşîzma turkî ye.

Medeni FERHO

Post Views: 58
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.