Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi dagirkeran re dostanî nabe

10/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bi dagirkeran re dostanî nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan avakiriye. Mixabin hê jî wê feraseta xwe hewldide bidomîne.
Tevî ku ewqasî hewldanên Kurdan çêbûn da ku bikaribin pirsgirêkên heyî bi rê û rêbazên demokratîk ango bihevdîtin û bi lêhevkirinê çareser bikin, dewleta dagirker a Tirk carek din vegeriya moda xwe ya sedan salan. Bi gotinek din, vegeriya moda înkar û îmha kirina Kurdan.
Tevî ku dewleta dagirker a qirker hebûna xwe di tunebûyîna Kurdan de ango di tunekirina Kurdan de dibîne, hê jî hinek Kurd-çendî Kurdan ew jî cihê pirsê û gumanêye-xwe bi dewleta Tirk re aliqandin e û ji wan qut nabin.
Bêguman ti hêzên dagirker vekirî nabêjin ku ewê bixwazin welatê ku wan dagirkiriye tune bikin. Bêguman tu hêzên faşîzan nabêjin ku ew faşîst in û dij mirovahî ne.
Bêguman ti hêzên dagirker-herî zêde jî dagirkeriya dewleta Tirk-nabêje ku ew dixwazin Kurdan tune bikin.
Lê gundê xûyadike pêwîstî nîn e ku jê re rêber hebe.
Pêwîst nîne ku were gotin ku dewleta dagirker û qirker, armanca xwe tune kirina Kurdan e.
Pêwîst nîne ku were gotin di roja îro de hêza dagirker a Tirk dixwaze tevahî destkeftiyên Kurdan ji destê wan de derbixe û tevahî destkeftiyên wan tune bike.
Ma pêwîstî heye ku em bêjin ku gotinên dewleta dagirker a Tirk a ku dibêje hedefa me tenê PKK´ye, derew in.
Ma yên ku her roj qala pevajoya beriya Lozanê dikin ne ew in?
Ma yên ku her roj dibêjin sînorên me sînorên Mîsakî Mîllî ne, ne ew in?
Ma yên ku her roj dibêjin dem dema meye û li Heleb heyanî Musul-Kerkûk jî coxrafya me ye, ne ew in?
Heta yên ku dibêjin Selanîk jî, Batum jî ya me ye, ma ne ew in?
Ma pêwîst dike em bêjin yên ku Heleb û Musul-Kerkûk wek cihê bav û kalên xwe dibînin û dihasibînin, Kurdan ti caran nasnakin?
Ma rastî ne ev in?
Kî dikare bêje ku rastî ne ew in?
Bi gotinên şaîrê mezin yê Kurd Abdullah Pêşew eger em bêjin:

Xayîn in ewên dibêjin
“Dan û mûrî birayên hev in“

Xayîn in ewên dibêjin
“Xwîn û zîlo birayên hev in“

Xayîn in ewên dibêjin
“Masî û çengel
Dest û derzî
Werîs û gerden
Dûzan û mû birayên hev in“

Werin xelkno!
Ji nêçîr û birînê bipirsin
Bêjin Xwedê kî Xencer heye birîn derman bike?
Nêçîrvan heye, nêçîr nexwe?

De xelkno!
Ji kayê bipirsin
Tu car agirê sar dîtiye?

Ji hêlîna teyr bipirsin
Bi niyeta maçê tu car mar devê xwe kiriye wê?

De ji dara berrû bipirsin
Bivir dîtiye darbir nebe?

De ji kerekê jî bipirsin
Gur dîtiye kerxwur nebe?

Xayîn in ewên dibêjin
“Marê şîrînjehr jî heye”
Xayîn in ewên dibêjin
“Bivrê birê dar jî heye”

Qasim ENGÎN

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.