Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK’ê Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ’ê parast

10/07/2018
in ROJEV
A A
PKK’ê Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ’ê parast
Share on FacebookShare on Twitter

Şêrzad Şemo diyar kir ku PKK’ê hemû axa Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ’ê parast û got, “Eger ne ji PKK’ê buya wê ji Şengal heya Mexmûr û Kerkûkê ketiba destê DAIŞ’ê. Tenê hêzeke pêşî li DAIŞ’ê girt û li dijî sekinî gerîlayên PKK’ê bûn.”
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ Şêrzad Şemo diyar kir ku bêdengiya Kurdan û partiyên siyasî yên li hember dagirkeriya Tirk dibe sedem ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd berfireh bike û got, “Tişta ku DAIŞ nekarî li Şengalê serbixe, niha Erdogan hewl dide bike.”
Şêrzad Şemo diyar kir ku dewleta Tirk bi derbaskirina sînoran xaka Iraqê binpê dike û rexne li Hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li dijî van binpêkirin û êrîşên Tirkiyeyê nasekinin û got, “Bêdengiya hikûmeta navendî û ya herêmî dibe sedem ku deskeftiyên Kurd ji holê bên rakirin.”
Şêrzad Şemo ji partiyên Başûrê Kurdistanê xwest ku helwesteke hîn zelaltir bidin nîşan û bi rêya parlementoya Herêma Kurdistanê zext li Hikûmeta Federal a Iraqê bikin ku di demeke herî zûde pêşî li van êrîşên dagirkeriyê bigirin.
Endamê Desteya Rêveber a PADÊ Şêrzad Şemo diyar kir ku ev êrîşa niha tê gotin li dijî PKK’ê ye di rastiyê de li dijî tevahî destkeftiyên gelê Kurd de û wiha pêde çû; “Armanca Tirkiyê ne tenê dagirkirina Başûr an jî êrîşkirina ser PKK’ê ye. Armanc tevahî gelê Kurd e. Bi dehan salaye PKK li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têdikoşe. Ger ne ji PKK’ê ba wê Kurd bi ti awayî negihiştiban mafên xwe.”
PKK’Ê BAŞÛR PARAST
Şemo nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên li dijî PKK’ê da û got, “Tevî ku Erdogan hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi sextekarî qezenc kir jî, Nêçîrvan Barzanî wî pîroz kir. Di van rojên dawî de jî daxuyaniyên ku dagirkeriya Tirk rewa dike dide û PKK ku ji bo azadiya gelên bindest têdikoşe bi dagirkeriyê tawanbar dike. PKK’ê hemû axa Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ’ê parast. Eger ne ji PKK’ê baya wê ji Şengal heya Mexmûr û Kerkûkê ketiba destê DAIŞ’ê. Tenê hêzeke pêşî li DAIŞ’ê girt û li dijî sekinî gerîlayên PKK’ê bûn. Gerîlayan li Başûr şerê DAIŞ’ê kirin. Li kuderê metirsî hebe hêz şand wir.”
Endamê Desteya Rêveber a PADÊ Şêrzad Şemo diyar kir ku bêdengiya Kurdan li dijî dagirkeriyê dibe sedem ku DAIŞ careke din ji aliyê dewleta Tirk ve were xurtkirin û berê wan bidin herêmên ku Erdogan gef li wan dixwe û got, “Erdogan careke din hewl dide xwe bi rêya DAIŞ’ê bigihîne hinek herêman. Niha Erdogan raste rast gef li Şengalê dixwe û ew tiştên ku DAIŞ nekarî serbixe dixwaze niha bike.”…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.