Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nîqaşên rakirina Rewşa Awarte xeyalîne

09/07/2018
in NÛÇE
A A
Nîqaşên rakirina Rewşa Awarte  xeyalîne
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Buldan û Temellî, bertek nîşanî biryarnameya (KHK) dawî hat derxistin dan û gotin: “Nîqaşên rakirina OHAL’ê xeyalîne.”
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, derbarê KHK’a Hejmara 701’an a di çarçoveyê Rewşa Awarte hat derxistin de, daxuyaniyek nivîskî weşandin û bertek nîşan dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “18 hezar û 632 perrsonel ji kar hatin avêtin. Rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Welat, Halkin Nabzi û 12 komele hatin girtin. Dîsa li Mêrsîn, Wan, Bedlîs, Mêrdîn û Rihayê endamên Egîtim Sen û SES’ê ji kar hatin avêtin. Bi KHK’a dawî akademîsyenên aştiyê jî ji kar hatin avêtin. Hejmara akademîsyenên ji kar avêtin derket 404’an. Lê li holê ne dadgehek û ne jî belgeyek heye ku van kesan ji kar bavêjin. Qaşo di bin navê serdema nû de, bi îxraç û binçavkirinan yekem pêngav avêtin. Nîqaşên rakirina OHAL’ê xeyalîne.”
HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de banga têkoşîna demokrasiyê kir û wiha got: “Hesabên Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar, bi kesên koletiya wan na kirin re, bi dawî nabe. Îro têkoşîna demokrasî, hiqûq û edalet ji hemû deman girîngtire û pêdivî heye ku bê mezinkirin. Divê kesên li dijî operasyonên koalîsyona desthilatdariyê bên gel hev û bi hevre têkoşîna demokrasiyê bi rêve bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.