Ji ber êrîşeke çeteyên DAÎŞ’ê ya bi wesayita bombebakirî, şervanê QSD’ê Mihemed Salih li Dêra Zorê şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dema ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li herêma Bisêra ya Dêra Zorê bi erka xwe ya leşkerî radibûn, çeteyên DAÎŞ’ê bi wesayiteke bombebarkirî êrîş birin ser bendeke kontrolê. Ji ber êrîşê şervanê me Mihemed Salih şehîd bû.”
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Salih re hate xwestin û hate gotin ku wê heta serketinê li ser şopa şehîdan bin.






