Faruk Sakik
Di sala 2015’an de 28’ê Sibatê êvarê nûçeyek hat parvekirin. Li Qesra Dolmabahçe 2 heyet piştî hevdîtinên salan protokolek imze kiribûn. Li aliyekî heyeta Îmralî li aliyekî jî rayedarên dewletê. Li ser 10 xalan li hev kiribûn. Şert bû ku dewlet di qanûnê xwe de van 10 xalan bi cîh bîne, PKK jî kongreya xwe li dar bixe û biryara dawîanîna şer bide.
5’ê Nîsana 2015’an Heyeta Îmralî bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ocala diyar kir ku “ji bo derbasbûna mûzakereyê şert e Desteya Şopandinê bê avakirin, eger Heyeta Şopandinê ne bi we re be, neyên hevdîtinê. Heke diyalog ber bi mûzakerayan ve neçin û şer dest pê bike; wê ev şer ne wekî şerên borî be. Wê şîdeta wî gelek mezin be. Ji bo wê jî divê gelê me jiyana xwe li gorî vê rastiyê bi rêxistin bike.”
Lê ev nebû. Berevajiyê wê, Erdogan 2 daxuyanî dan. Di destpêkê de got haya min ji vê civînê nine û di daxuyaniya xwe ya duduyan de jî got ez vê protokolê nas nakim. Piştî van daxuyaniyan PKK’ê jî got; ez kongreya xwe kom nakim.
Sal 2015 bû û hilbijartin hebûn. HDP jî tevli hilbijartinan bûbû kampanya xwe bê navber didomand. Rojek hevserokê demê Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe de ji bo Erdogan got: ‘Emê ti carî destûr nedin ku tu bibî serok.’
Li ser vê gotina Selahattîn Demîrtaş heta roja me hê jî nîqaş dewam dikin. Hin aliyan got; ev gotinên Demîrtaş bû sebebê dawiya hevdîtin û mûzekereyan. Lê wan jibîrkiribû an jî bizanebûn dîroka daxuyaniyên Erdogan û yên Demîrtaş tevlînavhev dikirin.
Tiştek din jî gotinên Demîrtaş parçeyek kampanyaya hilbijartinan bû û bi ser ket. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de serkeftinek mezin bi dest xist. Gotinên Demîrtaş encam girtibû Erdogan nikaribû bi serê xwe hikûmetek nû ava bike.
Erdogan çikir? Erdogan bi dewletakûr-Ergenekonê re li hev kir û li hember kurdan şer da destpêkirin.
Em hinek behsa dîroka lihevkirina wan a bi Ergenekon re bikin: Hatîp Dîcle di heyeta Îmraliyê de bû. Digot ‘rojek agahiyek me girt ku ji AKP bi hin heyeta re diçe Silîvriyê û bi Ergenekonê re hevdîtinan pêk tîne. Me ev agahî bi Rêber Apo re parve kir. Ocalan ji heyeta dewletê pirs kir û wan jî got agahiyên me tune ne, em ê piştre te agahdar bikin.’
AKP demek dirêj bû li aliyek bi Rêber Apo re muzekere dikirin û di pişt perdeyan de jî bi Ergenekon re bazarî dikirin. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê Denîz Baykal pêşniyara Ergenekonê ji Erdogan re anî û Erdogan qebûl kir. Hetanî roja me ev hevkariya wan dewam dike.
Rêber Apo di pêvajoya muzekereyan de ev yek dîtibû. Ji bo pêşî li vê talûkeyê bigire hewl dida. Rêber Apo tabloya îroj wê demê dîtibû û di notên hevdîtina wî de jî ev yek dihatin xwendin. Aliyê kurdan jî li hember vê karesatê hişyar dikir.
Çi bûbû ku muzekereyan di sala 2013’an de dest pê kiribû? Şerê AKP’ê û cemeatê dest pê kiribû, kurd bi hêz bûn ji bo vê yekê jî xwe avêtibûn ber deriyê Îmraliyê. Rêber Apo jî şansek da demokrasiya Tirkiyê.
Îroj çi dibe? Dîsa AKP di tengasiyê de ye. Şerê wan û Ergenekonê dest pê kiriye. Roj bi roj hêviya wan a mayina li desthilatdariyê winda dibin. Û dîsa derbasî ber deriyê Îmraliyê bûne. Bi hevdîtinên bi Rêber Apo re çi dibe em nizanin. Lê em baş dizanin Rêber Apo ji bo ku Erdogan zirareke mezin dayî mirovahiyê, Kurdan û demokrasiya Tirkiyê wê careke din şans nede wî.
Em baş dizanin israr û berdewamiya tecrîdê ev yek e. Rêber Apo ji bo berjewendiyên Kurdan û demokrasya Tirkiyê israr dike.






