Idrîs Henan
Olêg Kalogîn serokê berê yê beşa kontiristixbaratê ya KGB’ê behsa azweriyên serokê Rûsya Pûtîn dike û van çend gotinan dibêje: “Dixwaze di statûya mirovê ku Rûsyaya gewre ji nû ve bi dest xistiye de xuya bike. Lê ne bi ideolojiya komunîst, bi xurtkirina hizra Rûsyaya Gewre. Mîna Almanyaya Nazîst ya Hîtler. Ev fikra Pûtîn e ku Rûsya berî her tiştî hêzeke sûper e”
Hinek pisporên Rojavayî jî dema ku li ser Pûtîn hatin pirsîn bi kurtasî wiha dan pênasekirin; jîr, fêlbaz û bêexlaq e.
Bi êrişa Rûsyayê re wê Tirkiyê yek ji mezintirîn windakiriyên aborî li Ukraya be. Di pênc salên derbasbûyî de bihayê pevguherîna aborî di navbera Tirkiyê û Ukranya de 4 Milyar dolar derbas kiriye. Zêdetirî 700 şîrketên Tirkiyê li wir dixebitin. Nirxê hatî û derhatiyên di navbera her du welatan de 4.4 Milyar dolaran derbs kiriye. Tirkiyê baş dizane ku guherîna rejîma li Ukranya wê têkîliyên stratejîk ên aborî li wê derê rûbirûyî xeteran bihêle. Êdî kapasîteya wê ya manewreya siyasî jî teng bûye ku nikare ti bandorê li çareseriya vê aloziyê bike.
Tenê DYE û hêzên mezin ên Rojavayî dikarin bibin bersiva tişta ku Rûsya ji Ukranya dixwaze. Tirkiyê hewl dide bi rêbazên dubendiyê ku heya îro pê hatiye, ji nû ve li saheya Ukranya hinek qezencên dîplomatîk bi dest bixe. Ango di tabloya ewlekarî ya global a nû de dixwaze bibe xwedî hinek qezencan. Lê ji têkîliya her du aliyan li wir û deverên dîtir xuya ye Rûsya baş têgihaştiye rola Tirkiyê ya marjînal û dê rê nede Tirkiyê tişta xeyal dike pêk bîne. Ev nameyên Kremlînê bi paşguhkirina hewldanên Erdogan ên navcîtiyê re eşkere bûn. Esas ger Kremlîn û Pûtîn têbigihaştana ku tiştekî nû di tûrikê Erdogan de heye wê daxwaza civîna sêalî (Tirkiyê, Rûsya û Ukranya) ya ku Erdogan xwestiye pêk bianîna.
Hinek rastiyên ku Tirkiyê naxwaze bibêje jî hene; Tirkiyê dikare bi Ukranyayeke di bin hegemoniya Rûsya de bijî. Tevî qîreqîra rojane ya Erdogan ku girava El-Qirim beşek axa Ukranyayê ye û Rûsya ew dagir kiriye, lê dîsa jî têkîliyên aborî bi beşê hatiye dagirkirin re çêkirin. Lê qet çênabe ku Rûsya bi Ukranyayeke endama NATO’yê re bijî. Ji lewra buha çi dibe bila bibe Rûsya rê nade vê yekê. Serokê Rûsya Pûtîn vê yekê weke mecbûriyetek hebûnê pênase dike û wiha dibêje; “Xeteriyan dikarîbû bandorê li hebûna me bike. Tişta ku niha li Ukranya diqewime tedbîrek awarte ye”.
Bê guman ev nayê wê watê ku deriyên danûstandinan di navbera Tirkiyê û Rûsya de wê bên kilîtkirin, tevî ku rola marjînal a Enqerê di kirîza Ukranya de, lê gelek tiştên ku wan bîne gel hev hene. Piştî gurza sizayên global ên li dijî Rûsyayê, Pûtîn hewl dide bi wê tayê têkîliyên bi Erdogan re li Sûriyê, behra Spî û Afrîqyayê, Tirkiyê aliyê hundir ve bi kar bîne û zextê li NATO bike.
Tirkiyê jî bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023’an û enflasyona bloka faşîst a AKP-MHP’ê afirandiye û welat aniye keviyê hilweşînê, hewl dide sûdê ji vê kirîzê werbigire û îmaja Erdogan weke serokekî jîr û jêhatî bilind bike. Lê di heyameke wisa de ku berê kirîzê ber bi navenda rojava ye, wê azweriyên Erdogan û Pûtîn ên xwedî heman karakterê fêlbaz û bê exlaq in, çiqas jiyanî bin, tiştine dê bi rojên bên re zelaltir bibin.






