Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zimanê dîlgirtî; kurdî

20/02/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şingal, dijminiya Kurdan û hevkariya bi dijmin re
Share on FacebookShare on Twitter

Rauf Karakoçan

 

Di wan demên dawîn de li Tirkiyê li ser qebûlkirina zimanê kurdî wek dersa hilbijartî nîqaşek heye. Hin qebûl dikin, hin jî qebûl nakin. Yên herî zêde diparêzin jî çapemaniya Başûr û hin derdorên nîjadperestên kevneperest in.

Ev nîqaşên li ser zimanekî dîlgirtî çi qasî bi kêrhatî ne, wateya wan çi ye, divê çawa bên xwendin? Ji bo ku em bala xwe bidin nîqaşên li ser zimanê dayikê, divê em di serî de lê pênaseya ziman binêrin.

Ziman sedemeke hebûna civakê ye. Hêmana herî girîng e ku çandê diguherîne an jî îfade dike. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de li ser zimanê kurdî îzahatan dike. Serok Apo dibêje “Ziman bi xwe berhevbûna civakî ya zîhniyet, exlaq û hestên estetîk û fikrî ye, nasname û hebûna wate û hestê ye ku hatiye hişmedkirin.”

Êrişên li ser zimanê kurdî îsbat dikin ku li ser gelê Kurd mêtingerî heye. Qedexekirina ziman û çandê ji ber qirkirina gel e. Bi van qedexeyan hewl didin bi salan civakê asîmîle bikin, di nava neteweya serdest de bihelînin û bê nasname bihêlin. Qada ku mêtingerî herî zêde lê bi bandor e û herî zêde lê tê birêxistinkirin, qada ziman û çandê ye. Zimanê neteweya serdest ku zimanê fermî yê dewletê ye, dixin nava hemû qadên jiyanê. Hemû navên ku bi zimanên zikmakî ne, tên guherandin. Di hemû qadên jiyanê de xwe îfadekirin tê astengkirin. Avabûna civakeke nexweş encama qedexe û asîmîlekirina ziman û çandê ye.

Dûrketina ji zimanê dayikê, li dibistanan dest pê dike. Li sûkê, li daîreyên dewletê, li qadên jiyana rojane dewam dike û heta dikeve nava malan jî. Niha li malan jî hema bêje zimanê dayikê namîne. Di encama polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta mêtinger de gel ji zimanê xwe yê resen tê dûrxistin. Êdî dor tê heta otoasîmîlasyonê.

Otoasîmîlasyon; bi zanebûn an jî nezanî dûrketina şexs, pêkhate an jî gelekî ji zimanê xwe ye. Xwe li ber asîmîlasyonê bê parastin dihêle. Rê li ber xweînkarê vedike. Mirov çima ji zimanê xwe yê dayikê dûr dikeve û ferzkirinên pergala serwer, mêtingeriyê qebûl dike? Çima, bi zanebûn an na, mirov di nava sîstema dewleta mêtinger de dihele û dibe mîna dijminê xwe? Çima ziman-çanda dewleta kolonyalîst qebûl dike û dibe yek ji wan, dibe xerîbê ziman û çanda xwe? Otoasîmîlasyon bêyî fêhmkirina vê rewşê, nikare were îzahkirin.

Ew qas êriş li ser ziman û çanda tên kirin ku hema bêje tu jîngeh jê re namîne. Mîna ku îro li Kurdan dikin. Strangotina li kolanan jî qedexe ye, dibe sedema girtinê. Axaftina bi zimanê dayikê, jiyandina çanda xwe wek ‘paşverûtî’ tê qebûlkirin. Mirovên ku xwe jê xelas nekin, berê xwe bidin ziman û çanda neteweya serdest, pi bi hêsanî asîmîle dibin. Di encamê de xwe înkar dikin û jiyana wan ber bi xiyanetê ve diçe.

Zimanê dayikê mafekî xwezayî ye. Qedexekirin, astengkirin û tunehesibandina wî, rêbazek e ku dewletên mêtinger gelek caran bi kar tînin. Asîmîlasyon bi cudakirin, marjînalkirin, ziman û çandê dest pê dike. Şêweyekî komkujiyê ye ku wek qirkirineke spî tê pênasekirin ku civakek ji zimanê xwe yê dayikê bê dûrxistin.

Wateyeke din a ziman; berhevbûna zîhniyet, raman, nirxên exlaqî û hestyarî ye û qedexekirina ziman mehrûmkirina ji van nirxan e. Heta ku ev neyên dîtin ne mimkun e ku encamên kêrhatî ji nîqaşên ‘dersên hilbijartî’ derkevin. Gotineke pêşiyan heye; “Aş çûye, li pey çekçeqokê ketiye.” Ji bo kesên ku dersên hilbijartî diparêzin, ev bersiva herî baş e.

Polîtîkayên dewletên mêtinger, dîzaynên avakirina netewedewletan in. Neteweperestî çavkaniya zîhniyeta yekparêz e. Çawa ku rayedarên dewleta Tirk gelek caran bi bîr dixin; yek dewlet, yek milet, yek welat û yek al e. Bi komkujî yan jî asîmîlekirina hemû cudahiyan digihêje armanca xwe. Ya ku li Kurdistanê hate kirin û li ser gelê Kurd hate ferzkirin, ev e. Divê ‘dersa hilbijartî’ jî wek yek ji van ferzkirinan bê dîtin. Heta ku ev zîhniyet neguhere, zextên li ser zimanê dayikê û çandê dê dewam bikin.

Gelo dewleta mêtinger ku zimanê kurdî qedexe dike, çima dixwaze kurdî wek dersa hilbijartî were hînkirin an jî derseke wiha dê çi feydeyê bide Kurdan?

Ziman asta pêşketina civakê nîşan dide. Bi qedexeyên li ser zimanê dayikê û çandê re civak tê astengkirin. Mêtingeriyê nehişt ku civak geş bibe û nahêle bijî jî. Ev rewşeke têkildarî hebûna civakê ye. Divê em qedexeya li ser çand û ziman û polîtîkayên asîmîlasyonê di vê çarçoveyê de bibînin.

Kî hesta dayikeke ku bi tirkî nizane, lê neçar dimîne di girtîgehê de ji zarokê xwe re bêje ‘Kamber Ateş, nasilsin? (Kamber Ateş, tu çawa yî?) fêm dike? Dersa hilbijartî ya dewleta Tirk ku zilmeke ew qasî mezin kiriye, ne lutfek e. Daxwaza vê jî qebûlkirina kolonyalîzmê ye. Astengkirina kurdî nayê qebûlkirin.

Jixwe nebûna perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê sedema sereke ya pirsgirêka neteweyî ya Kurd e. Ev înkarkirina gelekî ye. Naskirina ziman û çandê di heman demê de tê wateya naskirina Kurdan. Her çend rewşa Iraq û Îranê bi qismî cuda be jî, di encamê de hebûna pirsgirêkên li hemû parçeyan mîna hev e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka neteweya mêtingehkirî ye. Heke dewletên kolonyalîst dê pirsgirêka kurd çareser bikin, divê dawî qedexekirina zimanê kurdî û esareta çandî bînin.

Dersa hilbijartî ji bo Kurdan nîqaşeke paşdemayî ye. Mafê gelê Kurd heye ku zimanê xwe bê sînor, bê astengî bi kar bîne û fêr bibe. Divê tu carî neyê qebûlkirin ku dersa hilbijartî ya neaqilane têr were dîtin. Neteweperestiya kevneperest a Kurdan xwedî li wê derdikeve û sedema wê jî ew e ku li ber polîtîkayên dewleta Tirk amade ye. Meseleya berjewendiyan e.

Zimanê kurdî ew qas kevnar e ku nabe bibe dersa hilbijartî. Têkoşîna li qada ziman û çandê di heman demê de têkoşîna hebûnê ye. Gelê Kurd tu carî nikare dest ji vê têkoşînê berde. Divê ev yek di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bersiva herî watedar a li hemberî dijmin be. Divê her Kurdek bizane ku bi qasî şîrê spî yê dayika me helal e û hîn bibe, bixwîne, binivîsîne, di perwerde û hîndekariyê de bi kar bîne. Parastina zimanê xwe yê dayikê divê wek qadeke herî bingehîn a têkoşîna azadiyê bê dîtin.

ANHA

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.