Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevahiya Tirkiyê tê tecrîdkirin

09/07/2018
in ROJEV
A A
Tevahiya Tirkiyê tê tecrîdkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku berpirsiyariya HDP’ê zêde bûye û got: “Hemû kesên ku dixwazin Tirkiye azad bibe, divê li dijî tecrîda li ser Ocalan tev bigerin.”
Piştî merasîma sondxwarinê, Meclîsa Tirkiyê dest bi xebatên serdema 27’emîn kir. Di vê serdemê de tişta tê meraqkirin ew e ku wê di pergala Serokomariyê ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat pêkanîn de bandora Meclîsê çi be.
Lê belê, partiyên muxalefetê jî hewl didin ku Meclîsê dîsa çalak bikin û ji bo vê bi motîvasyona zîndekirina pergala parlementeriyê tev digerin. Hem cudatiya profîla parlementerên HDP’ê hem jî fikra wê ya li ser “rêgezên demokratîk”, HDP’ê bêtir derdixe pêş.
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, anî ziman ku HDP bêyî şik û guman wê barê bikeve ser milê wê bi cih bîne. Ocalan, anî ziman ku di rojeva wî de tecrîd, mafên gelên kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê heye. Ocalan bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tenê bi wî ne sînorkiriye û got: “A rastî îro civak hemû tê tecrîdkirin. Eger em doza azadî û demokratîkbûyîna vî welatî dikin, nexwe divê em li dijî tecrîdê derkevin. Ji roja ku tecrîd hatiye pêkanîn, li Tirkiyê maf û azadî lawaz bûne. Tirkiye ber bi karesatan ve diçe. Loma kesên ku li Tirkiyê difikirin divê hemû li dijî tecrîdê derkevin.”
Ocalan, bang li gelê kurd kir ku xwedî li mafên xwe derkevin û got: “Êdî lukseke me ya ku sedsaleke din jî ji dest me biçe tune ye. Eger em îro li azadiya xwe xwedî dernekevin, dê hemû tiştên me bi dest xistine jî biçin.” Ocalan, destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan jî HDP bi awayekî hêzdar hebûna xwe ya li meclîsê didomîne û got: “Her ku êrîşî me dikin em zêdetir dibin û tên.”
Ocalan bal kişand ser yekîtiya netewî ya kurd û got: “Bi awayekî şexsî ez ê herî zêde li ser yekîtiya netewî ya kurd hûr bibim. Civakeke ku yekîtiya xwe pêk neyîne, nikare di tu tiştî de jî bi ser bikeve.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.