M.Emîn Sadûn.
Di dirêjayiya dîrokê de, gelê Kurd êrîşî welatê ti gel û neteweyan nekiriye û ti carî şer jî nexwestiye. Di vê mijarê de, mirov dikare bêdudilî bêje; gelê Kurd ne miletekî êrîşkar û şerxwaz e. Lê ev şerê giran û wêranker bê vîn û xwesteka wî hatiye derê mala wî û bi ser de hatiye sepandin.
Dagîrkerên welatê Kurdan, dema welatê wan dagîr kirin, du bijarde yan jê du rê tenê li pêşiya vî gelê aştîxwaz hiştin. Rêya yekê, ku ev gelê resen yê li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, destê xwe di ber xwe de berde, bindestî û koletiyê li ser xwe qebûl bike û ti carî doza mafê xwe yê rewa di jiyaneke serbest û azad de neke. Rêya duduyan, hildana ala parastin û berxwedanê ye. Wekî miletekî xwedanê xakê mafê wî ye ku doza jiyaneke hevbeş bike û di maf û erkan de wekhev be û cudayî di nav bera wî û gelên pê re dijîn nebe. Herwiha jiyana xwe bi aramî û serbestî bi rê ve bibe. Lê weke tê xuyakirin dagîrkerên Kurdistanê ne welatê wî tenê dagîr kirine, ji mafê wî yê mirovî jî bê par hiştin û her rengê siyaseta regezperestî û şovînîstî derheqa wî de bi kar anînin. Xwestin wî tine bikin, yan jî bihelînin.
Li hemberî vê siyasetê gelê Kurd xwe bi rêxistin kir û agirê şoreşê pê xist. Herwiha felsefeya biratiya gelan, jiyana azad, wekhev pejirandin. Lê li hemberî vê berdêlên giran jî dan. Erê berdêlên vê rê giran in lê gel gihatiye wê baweriyê ku tevî ev rê zehmet û dijwar e, lê rêya rizgariyê ji nîrê zordarî û dagîrkeriyê ye. Piştî xebateke xur û dana bi hezaran şehîdan vê xebatê berhem girt. Van destkeftiyan di serî de dewleta tirkî dagîrkerên Kurdistanê xistin nava tevgerê. Erdoxanê xwînrêj bergehê êriş û gefên xwe li dijî şervanên azadiyê û parêzvanên rûmetê firehtir, xurtir û zêdetir kirin. Jixwe ji roja Rêveberiya Xweser hatî damezrandin heta îro vî xwînmijî li dijî van destkeftiyan şer ranewestandiye.
Li aliyê din êrişên dagîrkerên Kurdistanê bi rêbaza şer, reşkirin, dorpêçkirin û birçîkirinê, bi rêya komên çete û terorîst, nîşana wê ye ku siyaseta vîna gelan, biratiya wan serkeftî ye. Ev serkeftin bixwe dibe cihê nerazîbûnê li cem rêjimên dîktaror û faşîst. Weke din çiqas nakokî û hevrikiyên dagîrkerên Kurdistanê kûr û dijwar bin jî, dema mijar dibe mijara Kurdan tev dibin yek û rêkeftinên stratejîk jî bi he vre mor dikin. Azadîxwaz li kîjan parçeyî serê xwe hildin û doza wekhevî û rûmetê bikin, wê dagîrker qebûl nekin û li dijî wan dawaziyên rewa rawestin û bi her rêbazê li dijî wan şer bikin. Jib o wê divê gelê Kurd û gelên pê re dijîn, bigihin wê baweriyê ku rizgariya gelan û parastina destkeftiyan di bawerî û hevgirtina wan de ye.






