Pirsgirêka Ukrayna niha bûye rojeva yekê ya dinyayê. Berî niha jî Rûsya Kirim bi ser welatê xwe ve kiribû. Ciyên Rûs lê heyîn ragihandina xweseriyê hebû. Lê di vê astê de nebûbû rojev.
Niha çima evqas bû rojev? Bi tayberî Amerîka daxuyaniyên wisa dide ku wê îro sibê Rûsya êriş bike û Ukrayna dagîr bike. Vê firset dibine û Polonya jî di navê de leşker dişine Ewropa û li Ukrayna jî bi çekan dadigire. Rûsya jî dibêje Rojava li dijî me şerê propagandayê dike û daxuyaniyên ku planeke wan ya dagîrkirina Ukrayna nîne dide. Lê Amarîka û hevalbendênwê guhê xwe nadin van daxuyaniyan. Li hemberî hev tevgerên leşkerî jî dikin. Di çapemeniyê de wisa tê dîtin.
Rûsya dibêje bila NATO neyê ber deriye em û Ukrayna jî nexin nava NATO. Herwisa dibêje NATO me dijmin dibine û me dorpêç dike. Çawa ku tê zanîn bi belavbûna Sovyetan re Yugoslavya û welatên Balkan nêzîkî Rojava bûn. Parvekirina Yugoslavya bixwîn bû. Li herêmên weke Bosna-Hersek komkujiyên weke qirkirinê çêbûn. Halbiku ev gel heta wê rojê bi hev re bûn. Çawa bû ku di demeke wisa kurt de bûn dijminên hev. Bi hilweşîna Sovyetan hevsengiya piştî şerê cîhanê yê 2. ava bûyî ji holê rabû. Sîstema emperyalist ciyên vala bûyîn xwest li gorî berjewendiyên xwe serrast bike. Tiştên niha li Ukrana dibin domandina wê parvekirin û serrastkirinê ye. Ji bo wê Rûsya Ukrayna ji bo ewleyiya xwe herêmeke krîtîk dibine. Amerîka û NATO jî dixwazin Rûsya tengav bikin û nehêlin ji sînorê xwe derbas bibe.
Dinyaya Rojava herî zêda Rûsya di warê aborî de tehdîd dike. Aboriya Rûsya li gorî ya Rojava lewaz e. Amerîka û Ewropa di warê aborî de Rûsya pir tengav bikin. Amerîka di eniya dijberê Rûsya de serkêşiyê dike. Lê dibêje ez li Ukrana leşkerên xwe naxim nava şer. Ka wê şerê navxweyî derkeve yan na nayê zanîn. Ya rast rewşeke ku şer neçar jî dike nîne. Eger Amerîka û NATO fikarên Rûsya li ber çavan bigirin pirsgirêk namîne. Lê Amerîka û NATO dixwaze ji Rûsya re bêje li ciyê xwe raweste û sînorê xwe nas bike.
Di serî de Amerîka û Rûsya hêzên bibandor yên dinyayê li Sûriyê ne. Di aliyekî de dijminê wan yek bû. Di hedefa destpêkê de hêzên dijmirovî yên weke DAIŞ`ê û El Nusra bûn. Îranê û Rûsya li cem rêveberiya Şamê ciyê xwe girtin. Eger ne ji wan buya rêveberiya Esed nedima. DAIŞ`ê deverên weke Reqqa û Dêrazorê xistibûn deste xwe. Wê heta Şamê biçûya. Lê piştî ku bere xwe da Kurdan rewşeke cuda derket holê. Kurdan li Kobanê berxwedaneke dîrokî kir. Amerîka û koalisyonê derveyî Kurdan hêzeke li ber xwe bide û li hemberî DAIŞ`ê şer bike nedîtin. Ceribandinên wan yên destpêkê encam negirtin. Ji bo wê di rojên dayî yên berxwedana Kobanê de tevlî şer bûn. Heta şkandina DAIŞ`ê vê dewam kir. Hêzên Amerîka û koalisyonê jî hatin Sûriyê. Amerîka û Israîlê li aliyekî jî Îran kirin amanc. Israîlê di heman deme de bi Rûsya re gelek hevdîtin kirin. Di lêxistina Îranê û Sûriyê de Rûsya bi giranî bêdeng ma. Rûsya hevalbenda Şamê ya stratejik bû. Digel wê Kurdan û hevalbendên wan qebûl kirin ku Rûsya di navbera wan û Şamê de navcîtiyê bike. Rojava û herêmên xweser ji ber ku alîgirên yekbûna Sûriyê bûn di navcîtiya Rûsya de ti pirsgirêk nedîtin. Lê dijberiya Rûsya ya li hemberî Amerîka hebû. Weke din dijberiya Îranê jî ya li hemberî Amerîka habû. Heta hindik mabû şerê hev bikin.
Rojava û herêmên xweser di binê tehdîdeke mezin de bûn. Tirkên dagîrker bênavber êriş dikirin. Ji bo Efrîn û Serê Kaniyê bi Rûsya re li hev kir û ew herêm dagîr kirin. Kurd her tim bi Rûsya re di nava danûstandinê de bûn. Lê di hevdîtinên bi Şamê re ti pêşketin çênebûn. Rûsya giraniya xwe dananî. Kurdan nexwest di nakokiyên di navbera Amerîka, Rêsya û Îranê de bibin teref û hê jî wisa dikin. Barê herêmên xweser giran e. Di binê gef û dorpêçê de ne. Naxwazin bibin aliyekî nakokî û şer. Digel wê rêveberiya Şamê herêmên xweser bi ajantiyê sûcdar dike. Halbiku eger herêmên xweser DAIŞ neşkandibûna Şam li ser piyan nedima.
Amerîka nabêjin divê li Sûriyê rêveberiya Şamê bê guhertin. Dengê xwe ji bandora Rûsya ya li Sûriyê re jî nakinn. Lê eger li Ukrana rewş xerbtir bibe, wê Rûsya nikaribe li du eniyan heman bandorê bike. Aboriya Rûsya nikare vê rake. Li aliyê din aboriya rêveberiya Şamê jî pir xerab e. Ji bo wê geşedanên dibin wê di gelek aliyan de bandorê li Sûriyê bikin. Em hêvî dikin kriz kûrtir nebe û rê ji dewletên keysbaz yên weke Tirkiyê re neyê dayîn.






