Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li kû derê alozî hebe AKP li wir e

14/02/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Di nava gel de, ji bo kes an jî hêzên wisa çavên wan li der û deverên xerabe, şer û pevçûn lê hebin, dibêjin;”weke gur û qertelên bêhna laş û kelaşa hildane”.

Mirov bala xwe dide zihniyet û siyaseta AKP-MHP’ê,  mîna vê bivêjê, li kîjan welatî tevlihevî, alozî, şer û pevçûn hebe, ev koma qirker û dagirker berê xwe didin wî welatî. Ji ber ku xwedî zihniyeta wêranê û talanê ye. Jixwe xwediyê dîrokeke wisa ye û tew xwe bi wê dîroka xwe ya lewitî û xwînrêj pesnê xwe didin!

Nêzî salekê ye, welatên wisa li gorî dilê rêveberên AKP-MHP’ê dixwestin nemabûn. Lê dîsa li hinek welatan; weke Efxanistan, Ukrayna û vê dawiyê dîsa Libya’yê alozî, şer û pevçûn derketin, hema berî her dewletê, mîna Qertelên Laşxurê bêhn hilanî, berê xwe dan van welatan.

Li gorî tê xuyakirin, dibe ku li Efxanistanê pariyekî piçûk li froşgahê bi dest xistibe, lê li Ukaynayê ti hêvîya wan xuya nake. Ji ber ku li ser wî laşî dewletên cihanê yên sereke DYA û Rûsya, xwe dikin xwedanê wir û xwedê zane ti pariyan naxin devê ti kesên mîna AKP-MHP’yan!

Bi tenê niha tama devê xwe li Libyayê xweş dikin. Ji ber li wir aloziyê rû da, ew pêkhatina Rêveberiya Yekîtiya Neteweyî ya A.Dibeybe têk diçe. Li Tobrukê, Meclîsa Neteweyî li hev kom bû, A.Dibeybe daxist, li şûna wî Fethi Başaxa wek Serokwezîrê Libyayê hilbijart.

Lê alozî gurtir bû. Ji ber ku niha 2 Rêveberî û 2 Arteş hene li Libyayê. Yek ya Dibeybe li Trablûsê, dudu ya Başaxa li Tobrûkê.

Hema piştî vê bûyerê nîşanên qeyrana mezin hatin diyarkirin: Êrîşên kuştina her du rêberan jî; hem li ser Dibeybe û hem li ser Başaxa pêk hatin.

Dewleta despêkê ya Tirkan bû ku bertek nîşan da û li gorî saloxan, komên kujerên nû ji Sûriye û ji Rojava şandine Libyayê. Herwiha wê şandeyeke siyasî ya dewleta xwe jî bişîne.

Belê li gorî rewşa heyî, şensê serkeftina AKP-MHP’ê diyar nake. Ji ber ku jixwa ji mêj ve ye ew û “dostê” xwe Rûsya, li gelek deveran hatine hemberî hev: Ji despêkê ve li Sûriyeyê, li pey wê li li Libyayê, Qerebaxê û hwd.

Dibe ku ya herî dawî û herî dijwar li Ukraynayê hatin hemberî hev. Li gel ewqas nakokî û dijberiyên giran, niha jî li Libyayê bû cara duduyan ku tên hemberî hev. Helbet xerabûna hevkariya wan, ji bo Kurdan nexasim ji bo Rojava bi xêr e!

Herwiha, ew û Îran jî hatin hemberî hev; hem li Sûriyê, hem jî li Iraq û Efxanîstanê. Helbet bi vê ve girêdayî ew sêqoliya wan ya ASTANA û SORÇÎ sar bûye, êdî dibe ku nemeşe jî. Mînaka herî dawî jî li Stenbolî MITê êrîş bir ser nivîsgeha Istixbarata Îranê û 14 kes hatine girtin jî.

Li gel vê, bi rêya Nêçîrvan Berzanî dest avêtiye rêveberiya Bexdayê jî. Ji vê hewldanê Îran nerazî ye û ji bo têk bibe Fermandarê Hêza Qudsê General Ismail Kanî (Şûngirê Silêman Qasimî ye) şand Necefê û Hewlêrê!

Ev sergêjiyên rêveberiya AKP-MHP’ê ne bes bû niha bûyera li Qibrisa Tirkan kuştina Xelîl Balyali bi ser ve hat! Hema hema dişibe Bûyera Susurlukê. Li vir jî hevkariya dewletê, siyasetê û mafyayê careke din aşkere û zelal derket holê.

Ji her alî ve diyar dibe ku rêveberiya AKP-MHP’ê ber bi ketinê ve diçe. Aloziyên Libya û Ukraynayê jî têra rizgariya wê nake!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.