Idrîs Henan
Hêza ku ji bo pêkanîna armancan û bicihanîna planameyan dikare enerjiyan biteqîne û bi awayekî rêxistinkirî biherikîne jê re dibêjin hêza pêşeng. Ew hêz di her dem û cihî de, di bin çi mercan de be dikare ji tinebûnê hebûnê biafirîne û ji koma kedan kedeke kolektîv a dikare bi awayekî hunerî yê herî porfesyonal kar bi ser bixe. Di heyameke wisa de çelengî û xuliqkarî esas in. Ji lewra çiqas zor û zehmetî jî hebin, biryarên stratejîk ên tendirust û di cih de tên standin. Ango terzekî jiyan rast e.
Pêşengên dînamîk ên civakê ji bo pêkanîna armancan, xwedî hêza birêvebirin û perwerdê ne. Xwedî pêşdîtineke rast a pêşerojê û cihê îlhamê ne. Çi zehmetiyên werin pêşberî wan derbas dikin, xwedî baweriya serkeftinê ne. Zana, xweşbîn, çalak û afrîner in. Hêza veguherîner a vîn, kar û têkoşînê ne.
Ji bo gelên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, pêşengiya dikare karakterê mirovê azad xêz bike û civakê li dora projeya serxwebûnê kom bike, hewceyek jiyanî ye. Bi gotineke din dil û hişê civakê ye ku reftarekî danûstandin, birevibirin û bandorkirina veguherîner e. Ji ber vê yekê pêşengî xwedî zanebûneke dîrokî yê berfireh e ku di hemû warên cihêreng de xwedî paradîgmaya ku dikare çavkaniyên hilberînê li gorî hewceya şoreşgerî bi fonksyon bike û bi rê ve bibe.
Di rewşek weke rewşa Kurdan de mijara pêşengtiyê pirsgirêkek kûr a cidî bû. Civaka Kurd di dirêjahiya têkoşîna xwe ya azadiyê de her li pey pergala serdest bû ku terzê jiyana wî destnîşan bike. Di vê derbarê de çiqas hewldanên raperîn û serhildanan hebin, ji ber kêmasiya di xisûsa pêşnegiyê de bi ser neketin û hatin qirkirin. Li vir gelek girîng e ku pêşengî û rêvebirî weke têgîn ji hev werin derxistin. Pêşengî wek ku me li jor qalê kiriye; hêza teqandin û herikandina rêxistinkirî ya enerjiyê ye. Rêveberî jî şiyana bicihanînê û jêhatiya ku hevsengiyê ava dike ye.
Di kesayeta pêşengiyê de êrişên ideolojîk û siyasî pêk tên ku rola wî ya avaker têk bibin û bê bandor bikin. Ev nêzîkatiya serwer ji têgîn û cewherê pêşengiyê re di komploya sala 1999`an de ya li dijî Rêber Ocalan xwe da der. Di pêşengiya Ocalan de, cara yekê ye gelê Kurd dibe hêza ideolojîk û kilîtên çareseriya aloziyan bi dest dixe. Dibe xwedî fikrên neteweyî û birêsixtin dibe. Rêber APO weke senteza dîrokî ya pêşengên Kurdan derdikeve û ji hemû beşên Kurdistanê re dibe hêviya xilasiyê û di nav Kurdan de ji nû ve baweriya neteweyî zindî dike.
Bêguman projeya li bakur û rojhilatê Sûriyê a Rêveberiya Xweser a Demokratîk diyardeya her baş e ku temsîla encamnameya pêşengiya rast dike. Tevlîbûna rojane ya gelan nava vê projeyê û pêşdebirina wê, xeta tendirust a herikîna enerjiya hevpar a gelan diyar dike. Her wiha hevsengiya dadwer a çandan û awazên hunera resen a gelan diteyisîne. Dema ku pratîka Rêber Ocalan weke (Mûcîze) tê dîtin, dêmekî pêşengiya me tevî hemû astengiyan bi ser ketiye. Ji hemû pirsgirêkên siyasî, aborî, çandî, ziman, entelektual, neteweyî, olî, exlaqî û civakî re çareseriyên guncaw afirandine û ji qeyranên heyî re jî pêşkêş kirine.
Têkoşîna Rêber APO ya azadiyê naşibe ti têkoşînên dîtir. Ne ku rêberekî Kurdan e em wisa dibêjin. Têkoşîna herî giran a hatiye meşandin, têkoşîna isbatkirina hebûna gelekî li ber keviyên qirkirinê bû. Ev xisûsa Rêber APO xisletek nû li pêşengiya Kurd û ya cîhanî zêde kiriye ku têkoşîna wî cudayî çi têkoşînên dîtir e.






