Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Birêz Nêçîrvan Barzanî tu li Enqerê çi dikî?

10/02/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îrade destkeftî û hevkaran çêdike
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di demekê de ku QSD’ê li bajarê Hesekê nû êrişa çeteyên DAIŞ’ê şkandibû û hê cenazeyên 121 şehîdên Hesekê li erdê bûn, herwiha belge derketin ku dewleta Tirkan yekser li pişt êrişa DAIŞ’ê ya Hesekê ye û pîlan li cem wan hatiye rêsan, di demekê de ku dewleta Tirkan Şingal, Mexmûr û seranserê sînorê bakur û rojhlatê Sûriyê topbaran û bombebaran dikir û gelê Kurd dikuşt, di demekê de dewleta Tirkan êrişên xwe yên li dijî herêmên Parastinê yên Medya didomîne û çekên kîmyayî li dijî ciwanên Kurd bikar tine, Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi qatilê zarokên Kurdan re civiya. Îcar ya ji vê zêdetir sosret e, Erdoganê ku dibêje ez dostê Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzaniyan im, Yasayên Iraqê binpê dike û navê Kurdistanê nayne ser zimanê xwe. Lewra li gorî yasaya hikûmeta Iraqê navê Kurdistanê fermî ye û ji aliyê NY û dezgehên navdewletî ve tê bikaranîn. Tenê dewleta Tirk û Erdoganê nû Nêçîrvan Barzanî ji bo Covid 19 peyama serxweşiyê jê re şandiye, dema pêşwaziya Barzanî dike, ragîhandina wî dibêje Serokê “Herêma Bakurê Iraqê” serdana Tirkiyê kiriye. Heger ew peyama Barzanî ji bo malbatên şehîdên komkujiya Hesekê, Şingal û Mexmûr ba wê gelê Kurd bi tevahî rêz jê re girtiba. Lê mixabin peyam ji kujeran re ye. Gelo birêz Nêçîrvan Barzanî pirsa ji te re, mane şerm e yekî min bi navê min û nasnameya min qebûl neke, ez çawa serdana wî bikim. Mane navê Kurdistanê ji bo were naskirin bapîrê te Seydayê nemir Mele Mistefa têkoşînek mezin da meşandin û şer kir. Mane malbata Barzanî bi hezaran şehîd ji bo wê yekê dan. Li vir pirsa ji te tê kirin, gelo dema tu vê helwesta Erdogan qebûl dikî û serdana wî dikî, mane tu yekser xiyanetê bi nirxên Barzaniyê mezin dikî. Li aliyê din jî di serî de min hin xalên di vê demê de bi destê Erdgoan têne kirin, rêz kirin. Ji wir ve jî mirov vê yekê dibîne, mane tu bi vê serdana xwe kuştina 121 şehîdên Hesekê yên bi destê DAIŞ’ê hatin kuştin, rewa dikî, ji ber plana êrişê li herêmên di bin dagirkirina Erdgoan de hatiye amadekirin û êriş bi destê MÎT a Erdogan hatiye amadekirin. Birêz Barzanî mane bi vê serdana xwe di heman demê de tu bikaranîna çekên kîmyawî û kuştina ciwanên Şengal, Mexmûr û Rojava rewa dike. Mane wiha tu ji qatilên kurdan re dibêje “efirim destê te sax be” mane tu êriş û planên wan ên li dijî hebûna me silav dike. Ji ber wê mafê gelê kurd heye ji te pirs bike, tu çi dike, tu ji kê re xizmet dike. Birêz Barzanî ji bîr neke rûpelê dîrokê dinivîsin û di demên pêş de zêr û diravên te ji gelê Kurdistanê girtiye û pê qesir û qonax ava kirine, wê nikaribin te ji vê xezebê biparêze. Bawer bike wê Erdgoanê bûyê serçeteyê DAIŞ, El-Nusra, Ehrar El-Şam, Huras El-Dîn û bi sedan kom û girûpên dên çeteyan wê di demên pêş de tu sûdê li te û desthiladariya te nekin. Îcar bizane ji mafê gelê Kurd e pirsa tu di vê demê de li gel kujerê me çi dikî, ji te bike. Di merasîma 23 şehîdan ya Hesekê de jî ev pirs bi awayekî vekirî hat kirin!.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.