Jîyan Tekoşîn
Di roja meya îro de sîstema kapîtalîst jiyan xistiya nava zîndanekê û mirov tê de fetisandine. Ji her alî ve civak tê tepisandin. Xweza û bi xwezayê re zindî di nava qeyranekê de ne. Li rex wê dema mirov berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, dibîne ku jiyaneke alternatîf, wekî keştiya Nûh li benda xilaskirina mirovan e. Ev jiyan di nav xwe de bawerî û hûviyên azadiyê dihewîne.
Di roja me ya îro dewletên hegemon li hemberî korona û nexweşiyên kapîtalîzmê nikarin, yan jî naxwazin mirovan biparêzin. Dewlet-Netewe bi planên xwe yên ku mirovayî ji holê rake, her kêlî nexweşiyan diafirîne û ti kes nabêje sedemên van çi ne? Pergala desthilatdar ewqas mirovan kor dike. Pergala civakê wekî ku dixwaze plan dike; sosyalîteya civakê, hebûna xwezayê ji holê radike û ezeziyê dide pêş. Wê demê ji bo jiyanê çi ma? Tam di vê xalê de gotina Rêber Apo ya ‘cenawirê di nava me de ti caran evqas mezin nebûye’ tê bîra mirov.
Kesan ji bo berjewendiyên maddî tiştekî ayidê xwezayê nehîştine. Ji birçiya di her kêliyê de çiqas zindî dimirin û xweza çiqas talan dibe? Her roj li her welatî jin tên kuştin. Ya jiyan afirandî û civak ava kirî tê perçiqandin. Ev bi zanebûn û bi destê pergala ku hişmendiya desthilatiyê mêr daye peş tê kirin. Ev qirêjî di her qada jiyanê de tê dîtin. Ji ber wê Reber Apo dibêje; ‘li şûna ku ez di nava qirêja kapîtalîzmê de bijîm ez li vir azad im. Hûn destpêkê xwe azad bikin.’
Jiyana bi keda Rêber Apo û hezar nirxên ku berdêl daye hatî avakirin, ji bo tevayiya mirovayiyê jiyaneke azad û alternatif e. Em berê xwe bidin çiyayên Kurdistnê; jiyaneke bi xezayê re heye. Ji bo azadiya jinan têkoşîn kirin, ji bo tevayiya gelên bindest şer kirin. Ango ji bo jiyaneke xweş, azad û aram şervanên azadîyê her kêliyê li ber xwe didin. Ew ciyên azad mirovan dikşînin nava xwe. Lewra armanc avakirina jiyaneke demokratîk, azad, wekhev û ekolojîk e. Ev ne xeyal e, mînak şoreşa Rojava… Bi projeya Rêber Apo danî pêşiya me ‘xweseriya demokratîk’ civak tev bi rengên xwe jiyana xwe bi rêxistin dikin. Digel kêmayiyan dîsa ya ku li hemberî nexweşiyên kapîtalîzmê dixweze xwe biparêze ev renge . Ev tişta ku em qalê dikin rastî ye.
Dema van tiştan dibêjim li çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê tên bîra min. Jiyana li derdora xwe ava kirîn bi benên pir qayîm hatiye honan. Ew benên qayîm rê nadin nexweşiyên kapîtalîzmê. Lewra têkoşîn kêlî bi kêlî didome.
Nexweşî dema ku di ruh de valayî çêdibe derdikeve û xwe dide jiandin. Weke penceşêr ye. Yek hucre nikare tiştekî bike lê dema valayî çêdibe hucre xwe bi rêxistin dikin û mirov ber bi mirinê ve dibin. Pergalê wekî hişmendiya ruh û beden jî parçe kirine. Ji ber wê bi mezinkirina ruh di aliyê manewî de pir girîng e. Ew zarokên çiyayên azad di ruh de ewqas xwe kûr kirine ku bi vîneke bêhempa dijîn. Lewra ew jiyan bi armanca jin-jiyan û azadî hatiye honan.
Bi keda Rêber Apo azadiya jinê li Kurdistanê şênber bû. Dîroka azadiya jinê xwe li van ciyan dinivîse. Ew jinên çiyayên azad di wê zanebûnê de ne ku ew cî wan azad dikin. Dîsa dizanin ku li wan ciyan xwedawendan tovê jiyanê çandiye. Ji ber wê ya herî zêde li hemberî pargala dewletê têkoşîn dike jin e. Ev ji bo her qadê derbasdar e. Li qadên azad jin pêşengên şer û jiyanê ne. Her jina têkoşer, dişibe xwedewandên bihara ku aniye ser xaka Mezopotamya. Ma ne xwedewanda bihara rengîn jî rîwayet bû?
Jin û jiyan li çiyan azadi dibin û pişt re jî şênber dibe; ‘jin jiyan azadî’






