Sîpan Şînda
Di nava civakê de malbat wek bingeh tê ditin û bingehê malbatê jî, ji aliyê jin û mêr ve tê danîn. Mirov dikare jiyanê bike du beş; ji beriya zewacê û piştî zewacê. Jiyana ji zarokî heta mirov tê li ber zewacê xweserî û taybetiyên xwe hene. Lê belê piştî ku mirov kete nava zewacê êdî jiyaneke nû dest pê dike. Du mirov bi girêdaneke ji ya di navbera xwih û biran de, ya dê û bav û zarokan de, ya di nava hevalan de cudatir bi hev ve têne girêdan. Êdî heq û hiqûqê du mirovan di jiyanê de bi hevve girêdayî dibe û ew ji divê li wê gorê tevbigerin. Du kes him bi awayê fizîkî, him bi yê derûnî, him bi yê civakî, him bi yê dadî, him bi yê aborî û hwd bi hevve têne girêdan. Jiber wê têkiliyên di navbera wan de ji tevilhevin û berpirsiyarî di stûyê herdu aliyan de ye. Yek nikare berpirsiyariyê bêxe di histûyê yê/ya din de û xwe ji ber bide alîkê. Jiber ku di serî de ew dibin “malbat” û êdî têkiliyên wan yên civakî têne guhertin. Ya duduyan, ew du mirov êdî biryarên xwe li gorî yekûdu didin û weke berê nikarin bi serê xwe tevbigerin. Ji xwarin û vexwarina wan bigire hetanî cil û bergên wan, ji demê hatina wan ya malê bigire hetanî çûna wan ya gerê û siyahetê her tiştê wan li gorî hevdu tête iyarkirin.
Di nava têkiliya wan her du kesan de divê di serî de rêzgirtinek du alî hebe. Hijêkirin li aliyekî, girêdana wan ya giyanî û mejî, sedeqeta wan ya li himberî hevdu şêwazê têkiliya wan ji diyar dike. Rêz û risima di navbera wan de, axaftinên wan yên li himberî hevdu, durustiya wan, niyeta wan ya li himberî hevdu şiklê têkiliya wan û pêşeroja zewaca wan, van diyar dike. Dema ji du aliyan yek li himberî aliyê din derewan bike, bê rêziyê bike, bê sedeqetiyê bike wê demê mafî dide aliyê din ji ku heman tiştan bike. Jin be mêr be ferq nake, dema yekê bi awayekî dest bi fêhlên xirab kir, di rastiyê de ew qumberekê di binê temelê malbatê de datîne û bingehê malbatê ji binî di hejîne. Ji ber wê divê jin û mêr sê tiştan jibîr nekin: Yek, li himberî hevdu durust bin. Dudu, sadiqê hevdû bin. Sê, li himberî hevdû bi rêz û edeb bin. Heke ew van sê tiştên henê bi jin û mêrekêre hebin, jixwe ew tiştên din wê pêve bêne û wê demê bingehê malbatekî saxelem hatiye danîn. Di têkiliya jin û mêrantiyê de çi dibe bila bibe, divê herdu alî ji heqaretê li hevdû nekin û bikaribin bi awayeke medenî pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Dema zarokên malbatekê çêdibin, berpirsiyariya jin û mêrî girantir dibe û girêdana wan ji zêdetir dibe. Piştî ku zarok çêbû, divê jin û mêr têkiliyên xwe liber çavan re bibûrînin û heke kêmasiyek hebe divê ji halê rakin. Jiber ku ewê zarokan mezin bikin û rêz û risimê nîşanî wan bidin. Heke têkiliya dê û bavan nexweş be, ew zarok jî li gorî têkiliya dê û bavên qalibê xwe digirin. Bi taybetî ji zaroka ewil di vî warî de gelekî di bin bandora têkiliya dê û bavê xwe de dimîne.
Bêguman di nava her malê de pirsgirêkin wê hebin. Lê belê ya girîng ewe jin û mêr bikaribin pirsgirêkên di nava xwe de dilê hevdu ne hêlin û çareser bikin.






