Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji êrişa ser girtîgehê kî berpirs e?

03/02/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îrade destkeftî û hevkaran çêdike
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Çeteyên DAIŞ’ê di roja 20’ê çile de, di çarçoveya planeke mezin de êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran ya Hesekê kirin. Ji saetên pêşî yên êrişê ve diyar bû istxbaratên welatan li pişt êrişê ne. Paşê QSD’ê jî di daxuyaniyên xwe de got ku di serî de dewleta Tirkan û hin aliyên din li pişt êrişê ne.

Baş bû şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hindir di cih de destwerdan kirin û rê li pêşiya belavbûna DAIŞ’iyan girtin. Ev berxwedan û têkoşîna şervanên QSD’ê ku bi navê Gurzê Gelan pêk hat, evsaneyeke din li dîroka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li ser esasê hevgirtin û biratiya gelan xwe birêxistinkirin, zêde kir.

Lê tişta balkêş gelek sazî û dezgehên ragîhandinê hewl dan û hê jî didin QSD’ê sûcdar nîşan bibin û bêjin ev hêz nikare parastina girtiyên DAIŞ’ê bike. Di raporên xwe de gelek idîa û nirxandên ne di cih de anîn ziman. Bêguman ew saziyên ragihandinê jî beşek ji plana dijminane ya DAIŞ’ê ku li dijîj girtîgeha Xiwêran pêk hat.

Ji ber wê jî min xwest hin xalan di vê derbarê de zelal bikim. Ya girîng ku pêwîst e were gotin, 12 hezar girtiyên DAIŞ’ê û kampên koçber û penaberan jî encama hemleya Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ne. Ji wan zêdeyî 4 hezaran di girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran hatibûn bicihkirin. Ev ên di vê girtîgehê de çeteyên çek hilgirtibûn û destê wan di xwîna bi dehzaran kesî de heye.

Koalîsyona Navdewletî baş rewşa girtîgehê dizane, yê ji parastin û ewlehiya wê û girtiyan berpirsyar bû, hêzên Brîtanî yên di çarçoveya Koalîsyonê li herêmê ne. Li aliyê din hêzên Fransî di çarçoveya Koalîsonê de ji berhevkirina agahî û mijarên istxbaratî ve berpirsyar in. QSD’ê jî li ser vî esasî bi şervanên xwe parastina girtîgehê dikir. Jixwe şervanên QSD’ê ji ber rewşa herêmê û êrîşên dewleta Tirkan û gefên şaneyên razayî belav bûne û her di nava şer de ne. Ev dibû sedem QSD’ê nikaribe bi hezaran ji bo parastina van girtiyan veqetîne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên payabilind hatin wergirtin, ev demeke ne hêzên Fransî û ne jî hêzên Brîtanî di mijarên agahî û raporên xwe yên derbarê Girtîgeha sîna aya taxa Xiwrêan de bi QSD’ê re par ve ne dikirin. Ev bû sedem valatiyek mezin di mijara parastina girtîgehê de derkeve.

Yê ji wê valatiyê sûd girtin, dewleta Tirkan ku bi hemû hêza xwe piştgiriya êrîşê kir. Herwiha çeteyên DAIŞ’ê yên êriş pêk anînbûn. Dibe mirov bibêje heger qisûrîk hêzên QSD’ê di vê derbarê de çêbûbe jî bêderfetî û kêmimkanî ye. Di heman demê de êrîş û gefên dewleta Tirkam yên li ser herêmê rê nadin şervanên QSD’ê xwe ji şerê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û parastina girtiyên wan, her wiha kampên malbatên wan wekî Holê re vala bibin.

Lê careke din jî şervanên QSD’ê û hêzên Ewlekariya Hundir bi hemû hêza xwe karîbûn hemleya Gurzê Gelan bi ser bixin û Evsaneyên Ristemê Zal bi gurzê di destê xwe di dîrokê de xêz kir, dubare bikin.

Tişta niha pêwîst e mirov bi bîr bixe, divê Koalîsyona Navdewletî û di serî de Amarîka, Fransa û Birîtaniya erka xwe wekî serkêşên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê pêk bînin. Divê baş bizanin, parastina girtîgehan û tinekirina şaneyên DAIŞ’ê bi pêkanîna aramî û çareseriya siyasî ya di herêmê de pêk tê. Ev jî di naskirina rêveberiya xweser re derbas dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.