Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Enqere û Şam hêviya wan DAIŞ e

03/02/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend roj bi dayîka Cahîde re -1-
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

 

Êrişa DAIŞ` ya ser Hesekê wê di nava deme de baştir bê fêmkirin. Êriş ne li ser girtîgehê tene bû. Li gorî ragihandina Xelîfetiya 2. hatibû plankirin. Yên ji girtîgehê reviyayîn eger li nava bajêr belav bibûna hem wê komkujiyên mezin bikiran, hem wê tevlîheviyeke mezin çêbûya. Weke din li herêmên din jî amadekariyên wan hebûne û wê ew jî biketana tevgerê. Lê tevgera     QSD`ê ya bilez hem pêşiya komkujiyan hat girtin, hem plana DAIŞ`ê xerab bû.

Bi destpêkirina bûyeran re QSD û hêzên koalisyonê bi awayekî bibandor dest li bûyerê werdan. Şer bi rojan dewam kir. QSD`ê û hêzên koalisyonê operasyoneke bidiqet kirin. Bi sedan çete hatin kuştin. Bi dehan şervanên QSD`ê şehîd bûn. Di gel şer û belavbûna çeteyan li malan û derdorê zerernetîtina sivîlan weke mûcîzeyekê ye. Pozê sivîlekî jî xwînî nebû. Çend sivîlên hatîn kuştin jî bi destê DAIŞ`ê hatine kuştin. DAIŞ bêguman ne pirsgirêka herêmên xweser e, tevayiya herêmê û dinyayê eleqedar dike. Jixwe ku ne wisa buya koalisyonê nediket nava meseleye. Bêbandorkirina DAIŞ`ê bi deste QSD`ê û koalisyonê be jî herî zêde ji bo rejimê baş e. Lewra Hesekê jî di navê de DAIŞ`ê herêmên rojhilat û bakurê Sûriyê xistibûn deste xwe. Leşkerên Sûriyê dişkandin û pêş diketin. Leşkerên rejime li Hesekê ji pêşiya DAIŞ`ê direviyan. QSD`ê DAIŞ şkand û bajar rizgar kir. Niha jî rejima Şamê radibe QSD û koalisyonê sûcdar dike. Qaşo sûcê şer kirine. Her tişt li holê ye, bi şaşîtî be jî sivîlek nemiriye. Gelo şerê li hemberî DAIŞ`ê şaş e yan sûc e. Yên li Şamê dixwazin çi bikin? Lewazkirina Rêveberiya Xweser û tevlîhevkirina herêmê ji xetera DAIŞ`ê girîngtir e?

Eger DAIŞ bi ser bikeve leşkerek tenê jî yê Sûriyê nikare li Hesekê bimîne. Weke din bi Şamê re li hev nayê û daxwaziya wê tevayiya desthilatdariyê ye. Li hemberî hêzeke wiha ji bo Sûriyê û dinyayê tevê tehlûke nêzîkatiyeke wiha erzan û propaganda enceq karê bêaqilan be. Wisa tê fêmkirin ku hin kesên dibêjin em rêveberiya Sûriyê ne li hin herêman pêşiya DAIŞ`ê vedikin û dixwazin derbasî herêmên xweser bibin. Hem li herêmê hem li dinyayê nakokiyên Rûsya bi Amerîka û dewletên Ewropî re hene. Derxistina van nakokiyan li Sûriyê barekî wisa ye ku ne Kurd nikarin rakin ne jî gelen herêmê. Welat roxiyaye. Bi milyonan mirova ketine rewşa xizanî û koçberiyê. Divê çareyek jê re bê dîtin. Lê Rûsya dixwaze dijberiya li hemberî Amerîka bide ser mile vî gelê birîndar. Rêveberiya Şamê jî xwê li birînê dike.

Ev siyaset ji DAIŞ`ê re cî vedike. Divê dev ji vê siyasete berdin. Divê ji bo yekbûna gelê sûriyê û sîstemeke demokratîk xebat bê kirin. Ev erk yê rêveberiya Şamê ye jî. Bêguman ya herî zêde dixwaze DAIŞ xurt bibe û destekê didiyê Tirkiye ye. El Nusra, DAIŞ û çekdarên din tev li herêmên di binê dagîrkeriya Tirkan de dimînin û serbest tev digerin. Ev herêm bi çeteyên ji aliye dinyayê ve terorîst hatîn qebûlkirin û her rengê sûcê şer kirin dagirtî ye. Herêmên di deste Tirkan de ji bû sûcdar û çeteyan bûye weke bihiştê. Li van herêman perwerde dibin û devera dixwazin diçinê. Çawa ku yên êrişî Hesekê kirin qismek ji wan ji van herêmên dagîrkirî hatine.

Lê tiştên dewleta tirkî dike ne ev tenê ye. Çawa ku tê zanîn dagîrkeriya tirkî bênavber êrişî Eyn Îsa, Til Temir, Minbic, Kobanê û deverên din dike. Ji ber wê QSD jî neçar dibe ji bo parastinê hêzê bibe wir û bala xwe bide ser wir. Di heman demê de bi herêmên di destê rejima Şamê de sînorê bi sedan km. heye. Parastina sînorekî dirêj dewletek jî nikare ji heq derkeve. Hêzên koalisyonê vê baş dizanin. Rûsya jî wisa. Lê digel wê ev hêzên mezin li hemberî dewleta tirkî nabin xwediyên helwesteke cidî. Bi qasî ku tê xwestin herêmên xweser destek nakin. Ji van firsetan jî ya herî zêde sûdê digire DAIŞ e. Her ku DAIŞ qezenc dike û herêmên xweser zererê dibinin ya qezenc dike dewleta tirkî ye. Tişta ku Tirkiye dixwaze bike bi DAIŞ`ê dide kirin. Dinya tev niha nîqaş dike û maye şaş. Dibêjin çawa DAIŞ dikare bi hêzeke wiha were Hesekê û êriş bike.

Dema DAIş`ê seyare teqand û xwest yên di hundir de derxe çend şervanên QSD`ê yên li ber derî lehengiyeke mezin kirin. Digel ku destpêkê şehîd çêbûn jî nehiştin çeteyek tenê jî di wir re bireve. QSD`ê bilez mûdaxele kir û tedbîr girtin. Avayiya ku çeteyan dîwar roxandîn û tê re derbas bûyîn avayiya girêdayî hikumeta Şamê bû. Ew der jî bilez hat dorpêçkirin. Ciyê şer lê derketî û televizyonê nişan dayî ew der bû. Mijara herî girîng ya ku divê bê zanîn ew e ku tişta ji bo Şam û Enqere girîng desthilatdarî û berjewendiyên wan in. Derdê wan ne ew e ku dinya ji belaya DAIŞ`ê rizgar bib e. Ji ber wê divê gelên Sûriyê guhê xwe nedin vê siyaset û propagandaya navendên desthilatdarî û berjewendiyan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.