Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye-DAIŞ û plana Hesekê!

03/02/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Êrişa bi navê DAIŞ’ê ya 20 Çile li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, bi dengvedanek mezin ket rojevê.

Bi piranî eşkere bû ku armanca vê êrişê ne girtîgeh tenê bû û DAIŞ jî ne tenê bû.

Lewra hem ji agahiyên berê û hem yên di êrîşê de ji aliyê DAIŞ’iyên ketîm destê QSD’ê, zelaltir dibe ku dewleta tirkî bi riya MIT’a xwe, bi sedan kesên kujer, li Serê Kaniyê û Grê Spî perwerde kirine.

Herwiha hem li gorî agahiyên bi dest ketîn hem êrîşên berfireh û hevdem, eşkere vê plangeriya dewleta tirkî piştrast dikim.

Dîsa weke gelek caran, di gelek êrîşên bi van şêwazên ji aliyê vê dewleta terorîst ve hatine kirin de tê zanîn, di vê êrîşê de jî diyar dibe. Ev jî di rojêk nasyar de; roja 20-21’ê Çile (2014) ya ragihandina her 3 Kantonên Rojava(Kobanê, Efrîn û Cizir) û Rêveberiya Xweser e.

Li vira aşkere tê dîtin ku armanc, ne bi tenê derxistina kujerên terorîst ên DAIŞ’ê ji zîndanê ye, belê armanca bingehîn; hilweşandina Rêveberiya Xwesera Demokratî bi giştî ye.

Ji ber ku him berî ev êrîş, ji bo zeminxweşkirina vê êrîş û plana mezin; li pey hev bi dironan û topan êrîşî Kobanê, Minbicê, Eynîsayê, Tiltemirê, Zirganê û deverên din dikir.

Her wiha ji bo vê planê, ji aliyê Iraqê ve jî komên sed kesî amade kirine û di heman demê de xistine rê. Her wiha li Başûr jî bi taybetî li ser Qadên Parastina Medyayê, Mexmûr û Şingalê jî êrîşên xwe bê navber dewam kirin. Li Şingalê fermandarek û şervanekî YBŞ’ê jî şehid kirin.

Di vê êrîşa 20 Çile ya parçeyê plangeriya berfireh de, 2 xalên din jî yên giring hene. Yek; DAIŞ, him di navê xwe de him jî di dema despêka avabûna xwe de, ji ber ku armanca wê ya sereke hilweşandina Şoreşa Rojava bû, lewma ji roja ewil ve heta roja dawî, her armanca êrîşên wê yên bingehin di kesayetiya Şoreşa Rojava de, Tevger û Têkoşina Gelê Kurdistanê ye.

Dudu; di despêkê de, êrîşa xwe ya mezin di 15.9.2015 de bir ser Serêkaniyê, 4 miha dorpoça xwe ya hovane domand, lê şikest. Li Serekaniya Bakur(Ceylanpinar), AKP’ê hemû hêza xwe ya dewletî da xebitandin û bi zordarî Şaredarî ji destê HDP’ê derxist in.

Weke ku dewleta tirka, hîn jî li pey tolhildana şkestina xwe(DAIŞ’ê) ya Serêkaniyê û Kobanê be hewl dide!

Li aliyê din, di vî şerê dijî DAIŞ’ê de, raya giştî ya cîhanê jî maf dide HSD’ê û bi tevayî têkoşîna tevgêra Rojavayê. Heta di asta gelek dewletan de jî, bi hevpariya Hevpeymaniya Leşkerî ya li gel HSD’ê, piştgriya xwe bi awayekî aşkere nîşan didin. Lê di asta siyasî de li gel Rêveberiya Xweser ya peywendî ya, di asta herî lawaz de ye.

Ya herî mirovan hêrs dike, li gel durûtî û bêdengiyê, ya herî neyînî; têkilî û piştgriya bi dewleta faşîst û qirker a AKP-MHP’ê re ye.

Hema di helwesta li dijî êrîşa DAIŞ’ê a Hesîça/Hesekê de, bi HSD’ê re hevpar şerê şênber dan meşandin. Lê dîsa li kampa Holê û Sinaayê 7 hezar DAIŞ’iyên 54 welatan hene. Êdî di vî karî de nabe hevpar û alîkariyê nedin Rêveberiya Xweser!

Divê di vê derbarê de rexneyên xurt li van dewletan werin kirin. Her wiha bêgûman, bi giştî hişyariyek ji berê xurtir lazime li dijî van planên terorizma dewleta faşîst a AKP-MHP-DAIŞ’ê!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.