Idrîs Henan
Desthilat û rejîmên serdest ên li Kurdistanê dayîm hebûna xwe li ser bingeha tunebûna Kurdan û gelên resen domandine. Ji bo wan rêgez û prensîbek jêneveger e. Jixwe ji çendsed salên derbasbûyî wer lê hatiye û bi dekûdolabên çewsîner ên li dijî gelan û bi hevalbendên hundirîn textê Kurdan hilweşandine û mişextî dunyayê kirine. Çiqas raperîn û serhildanên Kurdan çêbûne, hemû jî di heyamek bêdengiya dişibe ya îro de hatin pelçiqandin û qirkirin. Hewldanên îro ne dûrî yên yên duh in. Tenê rê û rêbazên têkoşînê û li rengê qirkirinê teknîka çekwar bar kirine. Ferq û cudahiya îro û duh ew bû; dibe ku bapîrên me bi serhişkî, lehengî, mêranî û qehremaniya xwe, xwe gihandibin roja îro. Lê di roja îro de jî li ber keviyê derba dawî a tuneker bûn. Gelê Kurd bi xisûsa xwe ya hezê ku jiyanwar û jiyandar e, dikarîbû ji nav xaliya estiyên pêşiyan ji nû ve xwe bivejîne û vîna xwe ya hebûnê deyne holê. Dibe ku serdestan di dema parvekirin û xêzkirina nexşan de ti hesabê Kurdan nekiribin, lê bayê li paçê keştiyan dixe li gorî dilê wan nezivirî û gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû cîhanê bû meqseda hêviyê. Ji nû ve li ser kokên xwe hişîn hat û li her dera cîhanê bêhna kulîlkên wî vedan.
Bi damezirandina Tevgera Azadiyê ya ku li ser paradîgmaya Rêber APO şax vedaye û bi rêbaz û şêwazên pêkve jiyanê, azadî, wekhevî û demokrasiyê, navendên biryara hegemonîk tengav bûn û hemû projeyên wan ên ji bo Rojhilata Navîn asteng bûn. Ji lewra hewldanên destwerdanê bi pêş xistin û di serî de berê xwe dan kaniya jiyanê ya vê paradîgmayê. Berî her tiştî Rêber APO dîl girtin û asta êriş û şerê li ser Tevgera Azadiya Gelan bilindtir kirin. Wisan texmîn dikirin ku wê gel ji rêxistin û rêberê wê qut bikin ku, weke hercarê, bi yek derbeyê bipelixînin. Lê herhal hesabê vê yekê nekiribûn ku sûka civakan naşibe bazarên koletiyê yên afirnadine. Li sûka gelan daxwaz û tîna azadiyê pir bû. Ji bona wê jî rêbaz û alavên ku armancê misoger dikin pêwîst bû bihatana afirandin. Ancax ew yek jî bi ideolojiyek nû pêkan bûya ku veguheriya tevger û bizaveke dîrokî a gelan a têkneçûyî. Ji ber vê jî çiqas asta êrişan li ser Tevgera Azadiyê zêde bûne ewqas tevger bi hêz bûye û rêxistibûna civakê zêdetir bûye. Çi êrişa bi çi teknîka herî pêşketî rû da be, li beramberî vîna gelê birêxistinkirî têk çûye û bê wate maye.
Îro tişta di tevahî serpêhatiya Şoreşa gelan a Rojavayê Kurdistanê de têye jiyîn heman tişta me li jor gotiye. Ango serdehevbûna nirxên paradîgmaya jiyana azad a felsefeya Şaristaniya Demokratîk a Rêber APO afirandiye. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê senteza Rêber APO li hemberî tarîtiyê bi ser dikeve. Hewldanên têkbirinê çi dibin û ji ku dibin bila bibin, çi şimitîneke zihnî yan fîzîkî dibe bila bibe, çi jirêderketinek dibe bila bibe û çi hevkariyek bi dagirkeran re dibe bila bibe nikarin li hemberî senteza Rêber APO a jiyanê kêliyekê jî li ber xwe bidin. Dibe ku asta texrîbat, bobelat û rûxîneriyê pir bibe, lê ala Rêber APO her li ser stûna dara azadiyê ya bi xwîna hezaran pakrewanên ku nehiştine êriş bi ser kevin hatiye avdan, di singê wan de çikandiye û diheje. Ya li Hesekê jî li jor maye û hejiyaye, ala Rêber APO ye.






