Farûk Sakik
Di destpêka salên 1980’yî de li Tirkiyê gelek rêxistinan ji ber darbeya leşkerî berê xwe dan Rojhilata Navî. Di wê demê de şerê Filistîn û Israîlê jî hebû. Van rêxistinan dixwest di nava vî şerî de xwe biparêzin, an jî ji nû ve bi rêxistin bibin. Ji van rêxistinan gelekê wan li vê derê û hin wan jî derbasî Ewropa bûn û li wê derê heliyan.
Lê Ocalan bi tedbîr, bi startejiyeke cuda, bi têkiliyên diplomatîk, di mayîna Rojhilata Navî de, israr kir.
Piştî şerê Lubnanê bi dawî bû, ew jî derbasî Sûriyê bû. Bi serokê Sûriyê Hafiz Esad re danûsandinên wî dest pê kirin. Esad hat îknakirin. Kampek ji bo perwerdeya eskerî û siyasî ava kir. Di heman demê de li devera ku Ocalan dima Dibistana Partiyê jî hat avakirin. Ev der weke eniyekeşer bû. Gerîla li dibistana Partiyê perwerdeya siyasî û li akademiyê jî perwerdeya siyasî didîtin. Gerîla li van navendan piştî perwerde dibûn, derbasî Bakurê Kurdistanê dibûn.
Wê demê gelek kesan ev têkiliyên Ocalan bi Esad re û mayina PKK’ê li Sûriyê weke teslimiyetek pênase kirin. Gelek rexne û polîtîkayên reşkirinê jî wê demê hebûn. Herkesî digot ku Hafiz Esad Ocalan bi kar tîne. Ev yek ji navendek dihat organîzekirin da ku PKK ji Sûriyê derkeve.
Sal derbas bûn hat îspatkirin ku Ocalan Hafiz Esad bi kar aniye. Herkesî Ocalan mafdar dît û hebûna wî ya li Sûriyê di cîh de dîtin. Hêzên komploger jî ev yek dîtin û ji bo ku wî ji Sûriyê derxin ketin nav hewldanan. Ocalan dema dît ku hebûna wî ya li Sûriyê êdî mîsyona xwe temam kiriye û mayîna wî ew ê zirar bide doza Kurdistanê, ji Sûriyê derket.
Îro eger Ocalan azad bûya û ev şerê Rojhilata Navîn jî dewam bikira, wê pêşî li gelek karesetên ku diqewimin bigirta. Eger îro Ocalan azad bûya wê di şerê Sûriyê de ji bo doza Kurdistanê hin mutefîkên nû bidîtana.
Me pêşdîtinên Ocalan di berxwedana Kobanê de dît. Kobanê li ber têkçûnê bû, Ocalan li Îmraliyê perspektifên parastina Kobanê da. Li ser vê yekê li Bakurê Kurdistanê serhildanan dest pê kir û hemû gel ber bi Kobanê bi rê ket. Li Pirsûsê eniyeke sivîl hebû û wek eniyek li pişt şer aktîf bû. Cîwan, îxtiyar, zarok, jin derbasî Kobanê dibûn û şer dikirin. Berxwedaneke mezin hebû.
Ev berxwedan û ev hêz ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hat dîtin û xwestin di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de li kêleka kurdan cîh bigirin. Rojek me dît ku balafirên xwe rakirin û tevlî berxwedana Kobanê bûn. Heger Ocalan midaxale nekira û kurdan jî berxwedan xurt nekirina, van hêzan wê midaxale bikirina gelo? Çima dema DAIŞ ket Reqqa û Mûsilê midaxale nekirin? Ji bo ku li wan herdu bajaran hêzek ku li ber xwe bide tune bû. Hêzên dewleta Iraq û Sûriyê jî tune bûn.
Ji xwe hêzên komploger ev yek dîtin û di komployê de israr kirin. Ji AKP’ê xwestin tecrîdê girantir bike dengê Rêber Apo negihîje derve. Di vê pêvajoya tecrîdê de, DAIŞ ji nû de bi rêxistin kirin û berê wê dan Hesekê. Lê şervanên kurdan pêşdîtina Ocalan a ji bo Hesekê jibîrnekiribûn.
Rêber Apo di hevdîtina 3’yê Nîsana 2013’an de ji Şandeya Îmraliyê re wiha dibêje: “Ez ji bo Hesekê dibêjim. Ev gelek girîng e. Ger wê derê bi dest bixin dê komkujiyê bikin. Heke Hesekê ji dest biçe, ev berpirsyariya wan e. Divê ji bo Hesekê jî hêzeke xweparastinê ava bibe. Ne tenê Kurdên li wir, hewce ye Ereb û Suryanên li wir jî bên parastin.”
Şervanan jî ev yek kir û pêşî li hewldanên DAIŞ’ê yên dagirkirina Hesekê girtin.






