Zekî Bedran
DAIŞ’ê êvara 20 vê mehê êrişî girtîgeha Hesekê kir. Li vê girtîgehê bi hezaran DAIŞ’î hene. Dihat zanîn ku girtîgeh amanc e. Berî niha bi hêzên koalisyonê re pêşiya êrişan hatibû gitin. Mehên borî hewldanên wiha di rojevê de bûn. Yên amadekariya êrişê dikirin hin hatinbûn girtin û hin jê hatibûn kuştin. DAIŞ careke din dixwaze xwe komî ser hev bike û derkeve meydanê. Li Baxozê şkestibû herêmên di destê xwe de tev winda kiribûn. Xwest hêzên xwe yên mayîn biparêze û dest bi xebata bi dizî kiribû. Ev demek bû bi kuştina mirovan li hin devaran dixwestin gel bêdeng bikin û propagandaya xwe dikirin. Di navbera Iraq û Sûriyê de ji bo parastina xwe cî dîtin. Sûriye û Iraqê nikarîn li wan herêman serdest bibin. Carna jî êrişî leşkerên Sûriyê dikirin.
Êrişa 20ê mehê parçeyeke ji planeke berfireh xuya dike. Di heman rojan de li Iraqê jî êrişî hêzên leşkerî kirin. DAIŞ, digel ku li dinyayê hatiye naskirin û tevlî her rengê sûcên dermirovî bûye di hişmendiya xwe de ti guhertin çênekirin. Ji nakokî û lewaziya ewlakariyê yên li herêmê sûd girt. Li aliyê din dagîrkirina beşeke girîng ya erdê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ji bo DAIŞ’ê herêmeke dinya ewle afirand. DAIŞ bi istixbarata tirkî û hêzên wê yên leşkerî re xebitî. Tirkiye li hemberî Kurdan û Rêveberiya Xweser her dem bi DAIŞ’ê re di nava itîfaqê de bû. DAIŞ’î li wan herêman bi hêsanî bi cî bûn û xebitîn. Êrişa li Hesekê jî di navê de gelek êrişan piştgiriya xwe ji wan herêman girt.
Piştî êrişa DAIŞ’ê dewleta tirkî êrişî herêma Eyn Îsa kir. Du sivîl şehîd, çar jî birîndar bûn. Hin çete jî hatin kuştin. Ji Til Temir û herêmên din jî êriş çêbûn û bi hezaran çekdar şandin herêma. Bi êrişa DAIŞ’ê re ev êriş çêbûn. Dewleta tirkî dibêje, çi dibe bila bibe divê rêveberiyên xweser bên tinekirin. Pir dixwaze bibe cîran û şirîka DAIŞ’ê. Dema herêmên sînor di destê DAIŞ’ê de dewleta tirkî qet nerihet nedibû. Çi dema ku DAIŞ hi herêmê hat derxistin Tirkan di cî de sînor girtin. Berî hingê Koalisyonê çiqas hewl da jî nikarî sînor bi Tirkan bide girtin. Vê rewşê herî zêde nûnerê Amerîka yê Sûriyê Brett McGurk vê rewşê dizane.
Li hemberî Kurdan û rêveberiyên xweser ya herî zêde dijminiyê dike dewleta tirkî ye. Par mehên dawî ji bo dagîrkirina herêmên nû bi awayekî eşkere ket tevgerê. Ji bo wê bi Amerîka û Rûsya re ket nava bazarê. Ev bazar hê dewam dike. Ji bo ku destûr negirtine nayê wê wateyê wê bisekinin. Bi rengên cuda şer didomîne û êrişan organîze dike. Di rojên dawî yên salê de bi balafiran li Kobanê komek ciwan şehîd xistin. Li seranserê sînor êriş û bombebaranê dewm kir. Niha jî bi DAIŞ’ê re êriş pirtir kirin.
Şansê DAIŞê nîne ku encamê ji van êrişan bigire. Eger hêzên weke Tirkiyê destekê nedinê wê qada wê ya tevgerê teng bibe. Eger Iraq, Sûriye û QSD bi kordîne bixebitin wê DAIŞ nikaribe tev bigere. Halê hazir DAIŞ êrişî van hêzan tevan dike. Lê ev hêz bi hev re hereket nakin. Rêveberiya Şamê jî DAIŞ’ê dijmin dibîne lê dema êrişî Hesekê kirin lê temaşe kirin. Heta dixwaze DAIŞ êriş bike da li rêveberiyên xweser tevlîhevî derkeve. Yên li Şamê rûdinin wisa dizanin ku rêveberiyên xweser lewaz bibin wê ji bo wan baş be. Halbiku Rêveberiyên xweser weke DAIŞ’ê dijminiya yên li Şamê nakin. Tersê wê dixwezin bi Şamê re li hev werin.
Ji bo bêbandorkirina DAIŞ’ê hêzên koalisyênê li Hesekê bi QSD’ê re xebitî. Bi keşif û desteka qada hewayî di bêbandorkirina DAIŞ’ê de roleke çalak lîst. Lê ev nayê wê wateyê ku pirsgirêka DAIŞ’ê çareser bû û xeter ji holê rabû. Eger koalisyon li hemberî hevkariya dewleta tirkî ya bi DAIŞ’ê re nebe xwediya helwesteke cidî, wê xeter dewam bike.
Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li hemberî DAIŞ’ê û çeteyên din berdêlên pir giran dan. Li herêmên rizgar kirîn sîstemeke demokratîk ava kirin. Niha ev nirx û destkeftî bûne amanc. Ji bo wê divê gel li hemberî DAIŞ’ê û piştgirên wê li têkoşînê xwedî derkeve. Divê li hemberî hewldanên tevlîheviyê û propagandaya reşkirinê rawestin û bi biryardarî berxwedanê bidomînin. Çawa ku berxwedana deh salan, berdêlên giran û destkeftî tinebin dixwazin li ser her tiştî rûnin. Divê gel vî welatî dev bi dagîerkeran û çeteyên dijminên mirovayiyê ve bernede.






