Ji berpirsiyarê Hêza Xweparastina Minbicê Qasim Remo, li dijî îdîayên ku Tirkiye dê li Minbicê meclisa sivîl ava bike got: “Li Minbicê ji xwe Meclîsa ji rêveberiya ku Ereb, Kurd, Ermenî, Tirkmen, Çeçen û Çerkes di navde hene heye.” Remo, destnîşan kir ku meclîsa hatiye avakirin ji bo çareseriya krîza Sûriyê model e.
Tirkiye demek dirêj e mudaxaleya li dijî Minbicê xistiye rojeva xwe. Piştî Tirkiye û DYA li hev kirin, di çarçoveya lihevkirinê de Tirkiye li ser sînor dewriye digere û piştî hilbijartina 24’ê Heziranê dîsa gefên xwe berdewam dike.
Li gel ku 60 roj berê Hêzên YPG’e ji herêmê derketin jî meclîsa gelan hat avakirin, ewlehî di destê meclîsa leşkerî ya Minbicê de ye jî hat diyar kirin ku Ewlehiya Minbicê wê bi destê DYA û artêşa Tirk bê parastin. Gotinên rayedarên Tirk yên Meclîsa leşkerî û sivîl ava kiriye jî rastiyê nişan nade.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di sala 2016’an de li dijî hêzên DAÎŞ’ê hat avakirin. Piştî meclîsa leşkerî hat avakirin Bajar piştî şerê li Sûriyê bêhn stand û aramî pêş ket. Piştî Minbic hat rizgarkirin bajar ji nûve hat avakirin û meclîsa sivîl ku vîna hemû gelan diparêze hat avakirin. Meclisa Sivîl a Minbicê reng û ruyê mozaik a gelê bajar di nava xwe de vehewand. Di rêveberiya meclîsa bajar de Ereb, Kurt, Turkmen, Ermeni, Çeçen û Çerkez hene.
Minbic, ji bo Sûriye xwedî rewşek stratejîk e. Hem li ser Çemê Firatê ye, hem jî wekî rêbork e. Bajarê ku demekê ket destê OSO û DAÎŞ’ê niha ji aliyê gelên Minbincê ve tê parastin. Piştî meclîs ket destê gelan Tirkiye her dem Minbic kir hedefa xwe. Tirkiye YPG’ê dike hincet û her dem dixwaze êrîş bike.
KONTROL DI DESTÊ MECLÎSA
LEŞKERÎ DE YE
Berpirsiyarê Erka xweparastinê yê Meclîsa Leşkerîya Minbicê Qasım Remo, diyar kir ku meclîsa leşkerî ya minbicê bi xwe parastina xwe dike û wiha got: “Gelên Minbicê bi xwe parastina xwe dike. Gelên Minbicê meclîsa leşkerî ava kirine û bi meclîsa leşkerî parastinê dikin. Hêzên koalîsyonê jî li gelek noqteyên bajar sekinîne. Gotinên ku YPG li Minbicê ye ne rast e. Meclisa leşkerî û sivîl ku ji pêkhatiyên gelan hatine avakirin ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê mînak û model e. Meclisa me ji hemû pêkhateyên gelên Minbincê pêk tê. Di meclîsa leşkerî ya Minbicê de Ereb, Kurd, Ermenî, Tirkmen, Çeçen û Çerkes heye. Meclîsa hatiye avakirin ji bo çareseriya krîza Sûriyê model e.
Tirkiye armanc dike ku di bin navê meclîsê de Mertalên Firatê li vir bi cih bike. Dixwaze komên çeteyan li vir bi cih bike. Ev kesên teslîmî DAIŞ’ê bune. Komên ku Tirkiye piştgirî dide bi destê MÎT’ê hatiye avakirin. Bi vî rengî dixwaze di nava gelan de bê baweriyê ava bike.”…Nazim Daştan/Minbic