Idrîs Henan
Piştî em ji Efrînê derketin û bi zorê hatin sirgûnkirin, em hatin herêma Şehba. Hinek ji me çûn Cizîrê û Kobanê û hinik jî bi qaçaxî çûn Helebê. Ên pir jî li Şehba man. Hinek ge vedigerîn û ge jî hinek derdiketin. Elmuhim; mêjiyê giştikan çeliqîbûn. Kesî nizanî li vir be yan derkeve? Ma, wê çi bike, nema jî, wê çi bike? Lê mesela man û nemanê giştik girêdayî vegerê bû. Yanê yên diman û yên diçûn difikirîn qîcaq û ço vegerin?
Li Şehba sîngên me bê dil mabûn. Zatan aqil bi rê de çûbû û çirtimek jê nemabû. Mesele ne şerek bû em tê de bi ser ketin an bi bin ketibûn. Mesele qutkirina benê navikê bû. Ji bo wî benî jî bi hezaran law û qîzên me şehîd bibûn. Bi qasî wan bi çend caran jî birîndar bibûn. Tiştekî ne hana qola ye em pê nêşin. Li Efrînê li şûn me kêlikên bav û kalan, ciyên zaroktiya me, cade û ziqaqên em lê mezin bibûn sêwî man. Îro li şûn zarokên me hinik xerîb lê dibezin û dilîzin. Bêderên me jî hişk bûne. Cercer lê nagerin û ne jî milêb li ba dibin. Li şûn wan birrek û bîçîxe daran qut dikin.
Tê bê duhu bû! Rind tê bîrê min, em li navenda ecer bûn. Artaq navend vedibiriqî. Siba hevalên me wê bihatana navendê û me yê li wir kar kiriba. Ço me qehwe danî, dengê gompîniyê hat. Saet li dor çara rîbîkêm bû. Me di pencerê re nirî. Çi bibînî çi nebînî? Tenê dengê ureura teyaran di ser me re bû. Aliyê Eşrefiyê jor de kulxan bi ciyekî ketibû? Li ezmanê bajêr dûmanek reş ewrên bi tirs çêdikirin. Me digot qey teqînek an çeteyan topek avêtine? Lê ne wek her carê ye? Me pirsên bi mane û bê mane ji xwe dipirsî, telîfon şixulîn, dijmin û çetên wî êrîş dikin. Esas me zanî rojek hana li pêş me heye. Dijminê me xedar xûnxar, bê wijdan û bê esl e. Çi kiriye jî înan kin!
Ji wê deqê û şûn da jiyanek nû dest pê kir. Artaq her kes li gorî wê dilebitî. Ji zarokên heft salî heta însanê heftê salî di nav istinfarê de bûn. Ro bi ro şênî li bajêr pir dibûn. Xelkên gundan dihatin bajêr û her ro qafîlak şehîdan hebû. Rast e me rojê bostek ax ji dest dida, li yamancê bi dehan xort û qîzên me jî xûn didan. Hana ne qolayî bû. Şervanan sond xaribûn ancaq di ser cinazên me re derbas bibin. Wena bû jî. Tirka çi gotibe jî virr e. Hîn şer li sînor bû, Erdoganê pîs digot wî hezar gundên Efrînê girtiye? Her kes nas dikir ku merîkî virrek e.
Wê rojê çiqas rindiyên me hebûn di ber çavên me re diçûn û dihatin. Xêre..? Me bi kê çi kiriye? Wexta DAIŞ û Elnusra berê wan li Ezaz, Marî, Nibul û Zehraa bû, xêncî Efrîniyan kesekî şûn da alîkarî neda. Zarokên me jî di ber wan da şehîd ketin. Hiro jî her yek di aliyê xa da bûye dijminek. Ê êriş kiriye kî ye û yê destav bi kirê daye miletê me kî ye? Tiştek natê jibîrkirin. Wê li xa pişmam bibin. Efrînî ji bîr nakin û yê xa di zikê gur, heftar û maran de nêlin. Tiştê îro zarokên me yên “HRE” dikin hew e. Wê heta rizgariyê jî bikin. Ne çar sal, dehe sal jî herin em ê heyfê hilînin. Ne em bin bila zarokên me bin. Lê bila bi Efrînkî be.






