Farûk Sakik
Piştî şoreşa Şêx Seîd hat têkbirin, di 8 Kanûna 1925’an de, paketa bi navê “plana îslahata rojhilat” hat amadekirin. Ev plan ji 28 xalan pêk dihat. Di xala 14’an de zimanê kurdî hatibû qedexekirin.
Plana Îslahata Rojhilat: Xal 14: “Ew kesên ku bi eslê xwe Tirk’in lê di kurdîtiyê de bi ser neketine û têk çûne, li navendên wilayet û navçeyan, li daîreyên hukumet, beledyayan, dibistan, bazaran û li sazî û dezgehên din de, ji bilî zimanê tirkî biaxivin, wê li gor hukmê muxalefetkirin û serîrakirina li hemberî hukumet û beledyeyan werin cezakirin.
Bi vê yekê jî têr nebûn, di sala 1926an de Kurultaya Ocaxa Tirkan de qedexekirina zimanê kurdî hat gotûbêjkirin. Ji bo asîmlasyonê hin biryarên nû girtin.
Sala 1928’an de kampanya “Vatandaş Türkçe Konuş!” ango ‘Hemwelatiyo bi Tirkî biaxive’ derket. Ev kampanya li tevahiya Kurdistanê belav kirin.
Bi salan ev planên wan encam jî girt. Lê di sala 1978’an de bi navê PKK tevgerek derket û ev pêvajoya qirkirina ziman û çanda kurdî da seknandin.
Piştî ku di sala 1984’an de şerê çekdarî destpêkir û ev têkoşîn li çar aliyên Kurdistanê belavbû, me hêdî hêdî xebatên rêxistinê yên parastiana ziman û çanda kurdî dîtin. Di despêka salên 90’î de bi avakirina Ensîtutiya Kurdî ya Stenbol destpêkir. Di sala 1992’an de bi derxistina rojnameya Welat dewamkir.
Di sala 1995’an de dema MED Tv dest bi weşanê kir êdî zimanê kurdî yê ku dijmin bi sînoran ji hev dûrxistibû, hat cem hev. Med Tv di dîroka Kurdistan de wek şoreşekê bû. Şoreşa zimanê kurdî bû. Hemû zaravayên kurdî li vê navendê li çar aliyê Kurdistanê û tevhaiya cîhanê belavdibû. Ev têlevizyon li ser daxwaz û hewldanên Rêber Apo hatibû avakirin.
Ji Xurasanê bigre heta Anatolya Navîn, ji Serhedê heta Efrîn, Qamişlo, Hewlêr, Mihabad, Amed û Metrepolan, Kurdan di heman kêliyê de li heman stran û axaftinan guhdar û temaşe kirin.
Ev xebatên parastin û pêşvexistina zimanê kurdî bala dijmin jî kişandibû. Ji bo vê pêlê bide seknadin, dewleta Tirk dest bi qedexekirin û girtina van saziyan kir, lê biserneket. Kurd bi biryardarî, heger saziyek bihata girtin yeke nû vedikirin.
Li ser vê yekê dijmin jî dest bi hin politikayên nû kir. Bi avakirina Televizyoneke kurdî dixwest vê eniyê ji kurdan bigire. Li Tirkiyê bi navê TRT 6 têlevizyonek hat vekirin û bi zimanê kurdî dest bi asimlasyonê kirin. Di ekranên vê têlevizyonê de bi kurdî êrişî têkoşîna kurdan a azadiya Kurdistanê kirin. Zimanê Kurdî di vê têlevizyonê de dihat dejenere kirin.
Saziyên parastin û pêşvexistina zimanê kurdî hatin vekirin. Li dadgehan parastina bi zimanê kurdî ket rojevê. 3 dibistanên kurdî hatin vekirin. Şaredariyên di destê kurdan de gelek xizmetên mezin ji bo ziman û çanda kurdî kirin. Lê dewleta Tirk êrişî van xebatan kir û ew destkeftiyên kurdan hemû ji holê rakir.
Dewletê dixwest zimanê kurdî her tim di bin kontrola wê de be. Li ser vê yekê di sala 2009’an de li Mêrdînê zanîngeha Artuklu beşa kurdolojiyê vekir. Hin mamosteyên zimanê kurdî perwerde dikir. Lê piştî ku dît kesên d vê beşê de dest bi xwendinê dikin, li gorî wan tevnagerin, li dijî wan kesan gelek pirsgirêk derxistin. û li Mamosteyên ku weke wan difikirin, digeriyan.
Di van demê dawî de, ji bilî van mamosteyan, hin kes û hin tevgerên bi navê Kurdan ên marjînal jî cîh girtin û dest bi ‘kampanya zimanê dersa bijartî’ kirin. Di nav civaka kurd de, gelek kes li dijî vê kampanyayê derketin û wek parçeyekî ji siyaseta Erdogan a xapînok pênase kirin. Ji bo pêşî li daxwaza mezin ya zimanê kurdî bibe zimanê fermî ev kampanya dibe asteng.
Kurd di daxwaziya xwe ya ‘zimanê kurdî de ku li Tirkiyê bibe zimanê fermî’ bi biryar in.






