Rojnameya Ronahî

Li Zapê gerîlayan li dagîrkeran da

HPG`ê, li herêma Zapê bi çekên giran li dijî artêşa Tirkan ya dagîrker çalakî li dar xistin.

 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

1’ê Çileyê saet di 16:00 û 2’ê Çileyê saet di 09:10’an de li qada Qela Bêdewê ya herêma Zapê, hêzên me 2 caran li dagirkeran xistin. Di encama van çalakiyan de ku bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hate lidarxistin, bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.

31’ê Kanûnê saet di navbera 09:35-09:40’î û 17:18-17:20’î de qada Gundê Gûzê ya herêma Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

31’ê Kanûnê saet di 09:30 û 1’ê Çileyê saet di 14:30’î de derdora Ava Lolanê ya herêma Xakurkê û qada Girê Berbizina ya Goşîne bi balafirên şer hatin bombekirin.

31’ê Kanûnê û 1’ê Çileyê qadên Çiyayêreş, Kunîşka û Girê Amediyê yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di van bombardûmên artêşa Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.”

 

ANHA