Tîma Rojava ya fotbolê li navenda xwe ya li paytexta Awusturya Viyana civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de ku endamên tîmê û gelek piştgirên wê amade bûn, xebata îsal ya tîmê hat nirxandin û plana sala bê hat danîn.
Bi rasthatina dawiya salê, tîma Rojava li navenda xwe ya li paytexta Awustura Viyanayê civîna salê bi beşdariya bi dehan endam û gelek piştgirên xwe li dar xist û tê de çalakiyên 2021’an nirxandin û plana sala nû danîn.
Perwerdekar Sened Romî, kabtin Şêx Muhacir û endamên rêveber ên tîmê Mistefa Mistefa, Behrî Ferho û Idrîs Hesen civîn bi rê ve bir.
Sened Romî bixêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku di tîmê de 100 endamên ji tevahî pisporî û astan heye û wiha got: “Ji ber kedên ku tîm û endamên wê îsal dane de, di 13 maçan de bi ser ket û di nava tîmên Austria de gihaşt qonaxa dawî.”
Romî teqez kir ku vê tîmê tevahî pêkhateyên Rojava, Sûriyê û dostên kurdistaniyên li derve li hev civand.
Di dawiyê de beşdaran rêbazên pêşxistina tîmê û piştevaniya guncaw ji tevahî aliyên madî û manewî ve ku hîna serkeftinên zêde pêk bîne û endaman zêde bike, nîqaş kirin.
ANHA