Rojnameya Ronahî

Ji Hunergeha Welat klîba ‘Awazên Wendayî’

Hunergeha Welat ku li rojavayê Kurdistanê xebateke girîng ya hunerî dike, bi beşdariya 125 stranbêjan klîba “Awazên Windayî” bi 6 zimanan amade kir. 

 

Hunergeha Welat li Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) xebatên girîng ên hunerî dike. Stran û klîbên girîng amade dike. Hunergeha Welat vê carê bi strana “Awazên Windayî” rengîniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rengê gelan e vegot.

Hunergehê bi 6 komên hunerî yên ji 125 stranbêjan pêk tê bi 6 zimanan klîbek hevpar amade kir. Di klîbê de stranên kurdî, erebî, ermenkî, sûryankî, tirkî û çerkezî hene. Derhêneriya klîbê Bêkes Darî û Delîl Mîrsaz kirine.

JINHA