Li Tebqa şanoya “Çinîna dojehî” û li Minbicê şanoya “Rakirina stiriyan” hatin pêşandan.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr, saziyên sivîl, leşkerî, siyasî û jinan şanoya “Çinîna dojehê” hate pêşandan.
Şanoya “Çinîna dojehê “ya ji derhêneriya Amir Înad di Mihîcana Şehîd Arîn a Keziyên Aştiyê ya Kobanê de hate pêşandan. Bêrîvan Dodax, Amir û Fadî Ebdullah di şanoyê de lîstin.
Şano îşaretê bi rewşa Sûriyê û şerê lê dike, nexasim sûcên ji aliyê komên çeteyan ên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk werdigirin.
Wateya rastîn a vê şanoyê berhevkirina kiryarên xirab û şerê reş ê ku Sûriyê tê re derbas bûye. Armanc ji vê şanoyê ew e ku peyamekê ji cîhanê re û hezkiriyên aştî û îstiqrara welat, nexasim Sûriyê ye.
Di dawiyê de şano ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin.
MINBIC
Koma Çand û Hunerê ya Minbicê şanoya “Rakirina stiriyan” pêşanda. Şano balê dikişîne ser heqaret û nefreta di nav welatiyan de.
Şano li ser dika şano ya Çand û Hunerê ya rojavayê bajarê Minbicê bi amadebûna endamên saziyên sivîl û şêniyan hate pêşdan.
beriya şano were pêşandan, Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Roz Îshaq bixêrhatina beşdaran kir û spasiya her kesên beşdarî amadekirina vê şanoyê bûne, kir.
Şano îşaret bi rakirina heqaret û nefretkirina navbera gel kir, her wiha banga xurtkirina çand lêborandin û hezkirinê kir.
Derhênerên şanoyê Ehmed Şihadê û Şaban Îdo ne.
ANHA