Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ti xêr ji wan nayê

06/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Girê Sipî  pişta dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ şikest
Share on FacebookShare on Twitter

Gotineke pêşiyên me heye wiha ye “di rojên teng de ya derdikeve holê mêraniye” berovajî vê jî li ber çavaye.
Dagirkeriya dewleta Tirk û dijminatiya wan ji bo gelê kurd di dîrokê de li ber çava ye û heta eşkere jî tê ziman. Ger em bala xwe bidin gotinên ku dibêjin ger li cihekî konekî kurdan jî hebe em ê rê nedin û heta ji destê me were em ê tune bikin ev rastiya dijminatiyê dirdixe holê .
Ha vaye dijminatiya dewleta Tirk di Dîrokê de. Em werin ser van salên dawî û ne zêde dûr. Dewleta Tirk di îdolojiya xwe de hebûna xwe bi tunekirina kurdan de girêdaye û heta ji bo tunekirinê jî faşîzim û nijadperestiyeke wiha pêşxistiye ku êdî ji bo wan bûye nexweşî.
Vê yekê jî çavên wan kur kirine û bi hemû rengî êrîşên xwe li ser kurdan didomînin. Heta ji gorên kurdan jî acizin û êrîşên li ser goristanan bi balefiran û bi kepçeyan wekî gornebaşan goran xiradikin..
Gotinên Tayîb Erdogan ên jin be jî zarok be jî tişta pêwist em ê bikin fermana kuştina kurdaye..
Em çiqas hovîtiya dijmin û faşîma niha ya AKP-MHP bînin ziman jî ew dijmine û dagirker û navê wê pêre ye.
Lê li dijî vê dagirkeriyê û dijminê bav û kalan(dewleta Tirk) çi tê kirin û hewlestekî çawa ji aliyên ku xwe bi nasnameya kurdîtiyê tînin ziman dirdikeve..
Me gelek caran daxuyaniyên rayedarên başûrê kurdistanê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk dîtine. Û yek ji ya din xirabtir û sosrettire û xwaziya bê deng bimana baştir bû. Lê rastiya wan ev, em ê li bendê bin daxuyaniyeke çawa bidin gelo? Ti xêr ji wan nayê.
Dagirkeriya li ser başûrê kurdistanê û bombebaran li gund û baxçeyên welatiyan didome. Bi dehan baregehên leşkerî hatine avakirin û hîne jî tên avakirin..
Gelê başûrê kurdistanê û tevgera azadiyê herî dawî careke din banga zelalkirina hewlesta xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li rayedarên başûr kurdistanê di serî de PDK kir. Vê carê jî firsendeke ku belkî ji xeta îxanetê û li cem dagirkeran cih girtinê vegerin. Lê ne xêr her daxuyaniyek ji ya din sosrettir û xirabtire.
Êdî ti xêr ji wan nayê û wê ti carî jî ji vê xetê (xeta xiyaneyê)venegerin, ev êdî ketiye xwîna wan.
Pênaseyek wiha li ser daxuyaniya Nîçirvan Berzanî ya ku tevgera azadiya kurd li ser axa kurdistanê dagirkerî dibîne û dewleta Tirk jî rewa dibîne ew e ku bi vê yekê tê pênase kirin ”Nîçirvanê gelê xwe ye” tam di cihê xwe de ye ev gotin.
Vaye ji bo dewleta Tirk nêçîrvanekî baş niha derketiye meydanê, ew jî Nîçirvanê Berzanî ye û baş bi rola xwe radibe.
Niha û şûnde wê kes ne li hêviyê be ku rayedarên başûrê kudistanê ji bo rizgarkirina gelê başûr û axa başûr ji dagirkeriya dewleta Tirk tiştekî bikin.
Ji ber vê yekê helwesta bi bandor û xwedî rol ku derkeve di sêrî de ya gelê başûr kurdistanê û ya hemû kurdistaniyan e.
li hemberî hikumeta PDK’ê ku di bin nasnameya kurdîtiyê de xwe vedşêre gelê başûr êdî sebra wê nemaye û wê hesab bixwaze. Ji ber ku yên ne li dijî dagirkeriyê bin bi xwe dagirkerin û divê dagirker li ser axa kurdistanê bêne qewitandin.

Mihemed SEYDÎ

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.