Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Endamtiya Tirkiyê ya YE’yê bû xeyal

06/07/2018
in ROJEV
A A
Endamtiya Tirkiyê ya YE’yê bû xeyal
Share on FacebookShare on Twitter

Raportora Tirkiyê ya Parlementoya Ewrûpayê da zanîn ku divê di 5 salên pêşiya me de Enqere dev ji xeyalên muzakereyên endamtiyê yên Yekîtiya Ewrûpayê berde.
Raportora Tirkiyê ya Parlementoya Ewrûpayê Katî Pîrî ji beşa Tirkî ya DW’yê re diyar kir ku modela endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Tirkiyê êdî ne opsiyenek e û diyar kir ji bo ku muzakereyên endamtiyê yên bi Enqereyê werin sekinandin, ew ê bang bikin.

HILBIJARTIN NE
BI EDALET BÛ
Pîrî diyar kir ku kampanyaya hilbijartinê ne bi edalet bû û got, “Rêveberiya nû ya seroktiyê tê wateya ku ew ê gelek hêz were bidestxistin. Erdogan demokratê herî baş ê cîhanê be jî divê newekheviya hêzan ji bo her siyasetmedarî hebe. Lê di pergala nû de, ev tişt tune.”
Pîrî got, “Parlementoya Ewrûpayê diyar kiribû ku heke guherîna destûrabingehîn ya ku hatibû kirin bi wî awayî têkeve meriyetê, ew ê banga sekinandina muzakereyan bikin. Em hatine wê astê. Helwesta Parlementoya Ewrûpayê nehatiye guhertin. Mixabin dewleta Tirk tu guherîn pêk neanî. Divê heta 5 salan ew xeyalên xwe yên endamtiyê ji bîr bikin. Di rapora îsal a Tirkiyeyê de em ê bang bikin ku bila muzakereyên bi Tirkiyê re werin sekinandin.”
Pîrî axaftina xwe wiha dewam kir, “Ji bo endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê divê demokrasiyeke lîberal hebe. Lê mirov li Destûra Bingehîn a Tirkiyê dinihêre, tê dîtin ku welat bi biryarnameyan bi rê ve dibin. Nabe ku di destê kesekî tenê de, ev qas hêz hebe.”
Pîrî diyar kir ku modela endamtiyê ji bo Tirkiyê êdî ne opsiyonek e û divê gelên Tirkiyê neyên îzolekirin. Pîrî bal kişand ser vî tiştî ku, Tirkiye 2 sal in guh nade gotinên wan û ew ne bawer in ku bi carekê re her tişt biguhere.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.