Rojnameya Ronahî

Jin yekane ya li Rûbarokê mêşên hingiv xwedî dike

Hacer Es ku li herêma Rûbarokê ya Şemzînanê karê mêşên hingiv dike, wiha axivî: “Ez li cihekî zehmet vî karî dikim, lê kêfa min jê re tê. Ji ber ku di karê xwe de serketî me, gelek hevalên min dibêjin ku ew jî dixwazin vî karî bikin.”

Hacer Es ku derçûya Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Herranê ye, li herêma Rûbarokê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê karê xwedîkirina mêşên hingiv dike.

Hacer Es ku 7 sal in vî karî dike, çandiniya ku ji bavê xwe hîn bû niha gihandiye asteke hîn pêşketî û nîşan dide ku jinek bi tena serê xwe dikare çi karî bike.

Hacer Es diyar kir ku ew berhemên herêma Colemêrgê hildiberînin û got, “Ji beşa Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Herranê derçûm. Bûye 7 sal ku karê xwedîkirina mêşên hingiv dikim. Ji ber şewbê demekê ez li Kerkûkê xebitîm. Piştre vegeriyam Tirkiyeyê û min karê xwedîkirina mêşên hingiv dewam kir. Her wiha qehweya kezwanan, tehîn û sabûna kezwanan bi xwe çêdikim. Min karê hevdana gwîz û pincar jî kir. Debara xwe bi vî karî dikim. Debara malbata xwe bi vî karî dikim. Bi sûdwergirtina ji bavê xwe min biryar li ser karê xwe da.”

Hacer Es anî ziman ku destpêkê nerazîbûneke neyînî ji derdorê li hemberî wê hate nîşandan û got, “Lê belê karekî gelekî bi kêf e. Ez niha bi karê xwe baş zanim. Jinek bixwaze dikare karê xwe bi rengê herî bedew û berhemdar bimeşîne. Dema ku jin bixwaze dikare karê herî zehmet jî pêk bîne. Li herêma Rûbarokê ya Şemzînanê yekane jina ku karê xwedîkirina mêşên hingiv dike ez im. Li cihekî zehmet vî karî dikim, lê kêfa min gelekî jê re tê, di nava xwezayê de me. Her ku ez karê xwe bi ser dixînim, hevalên min jî dibêjin ku ew jî dixwazin vî karî bikin. Min nîşan da ku jin dikare vê bike. Divê piştgirî ji cotkarên jin re bê dayin. Divê jin ji bo vî karî bêne teşwîqkirin.”

ANF