Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dem dema xebatê ye

05/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dem dema xebatê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hilbijartinên 24’ê Haziranê bi dawîbûn lê niqaşên di vê warî de didomin. Civak van encaman rewa nabîne. Bêgûman meseleya me ne tenê hilbijartin e. Em hilbijartinan girîng dibinin lê ji bo me esas nîn in. Lewre kar û barê me nû dest pê dike.

Em rêxistin û tevgerek şoreşger in. Hilbijartin di vê merheleyê tenê ji bo me amurên pêşxistina siyaseta demokratik e. Hilbijartin û encamên wan ji bo me ne armanc in. Armanç, rizgarî û azadiya civakê ye. Di vê warê de armanc civaka rêxistinkiriye. Atmosfera qampanyaya hilbijartinê ji bo vê armancê derfetên mezin û nû afirandin. Me dît ku tenê projeya HDP’ê û felsefeya wî dikare ji derdê civakê re bibe derman. Gel jî HDP’ê û siyesate wî wekî riya çareseriyê dibîne. Vê rastiyê barê me girankir. Lewma em dibêjin derd û kulen civakê çiqas mezinbin barê me jî giran dibe. Lê ev yek bawerî û motivasyona me jî mezin dike. Li çar aliyê Tirkiyê pêwistiya civakê bi rêxistinkirina HDP’ê heye. Em jî ji îro pê de zend û bende xwe hildin, bajar bi bajar, mal bi mal vê rêxistinê mezin bikin. Formûla me hêsan e: Li der derê HDP, li derderê guherîn û azadî.
Bi van encamên bigûman dibe ku hikûmeta AKP’ê ji bo demek din temenê xwe dirêj kiribe. Lê bele rastiya dirokê, helwdana civakê dide nîşan êdî zihniyeta vê rejîmê mefta ye. Temenê xwe zude bidawî kiriye. AKP qeyrana xwe kûr dike. Ji niha ve li pey hev wê zem û buhabûn zêde bibe. Çav berdane nanê gel. AKP di vê qeyranê dixwaze gel bêzar bike. Di nav van şert û mercan de ji niha ve niqaşa hilbijartinên pêşwext yên heremî dan destpêkirin. Di vê warê de çend armancê wan heye.
Civak ji hilbijartinan bêhêvibûne û lewma dixwazin ku vê yeke kûr bikin û bi taybetî dengdarên muxalîf ji sandoqan dûr bixin. Her wiha bi vê riyê dixwazin ku pergala qeyûman rewa bikin. Lê gelê me sondxwariye ku van qeyûman biqewirîne. Gel dê di hilbijartinan de hesaba qeyûman bipirse.
Ji bo me dema hilbijartinan girîng nîne. Dixwazin bila mehek şûn de û dixwazin bila di dema xwe de hilbijartinê heremî li dar bixin. Em bi gele xwe bawerin û amede ne. Ji îro pê de emê xebatên xwe yên siyasî lez bikin. Emê xwe bi rêxistin bikin û bi ser bikevin. Em amedekariya guherîna civakî dikin. Lewma hilbijartin di vê warê de merheleyên pêşketinê ne.
Hilbijartinên heremî bên li darxistin û neyên li darxistin jî em tu car hêviya gel vala dernaxin. Em yekemîn alternatîfa vê civakê ne û em ê li gor vê rastiyê tevbigerin. Xebatên me yê parlamentoyê jî dê li ser vê esasê teşebigrin. Emê performansa wekî ku em partiya muxalîf ya bingehîn in emê bimeşinin.
Civaka Tirkiyeyê di hilbijartinê 24’ê Haziranê de tifaqa xwe li dar xist. Di vê warê de xwedî li rihê HDP’ê xwedî derket. Ji bo me siyaseta sereke, berfirehkirina vê tifaqa civakî ye. Em behsa tifaqên formel ên di navbera partî û saziyan de nakin. Di vê warê muxatabê vê tifaqê beşên civakê bi xwe ne. Ewil tifaqa kurd û pişt re jî tifaqa gelên Tirkiyeyê… Kes nikare pêşiya vê yeke bigre û encama herî mezin ya van hilbijartinan jî ev yek e. Bingeha vê tifaqê hatiye avakirin û niha tişta dikeve ser milê me ewe ku em pêşiya vê daxwaza civakî bikin.

Tayîp TEMEL

Post Views: 49
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.