Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştgirî ji bo azadiya Ocalan mezin dibe

05/07/2018
in ROJEV
A A
Piştgirî ji bo azadiya Ocalan mezin dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Sendîkaya PROSPECT a Îngilîstanê ku zanyar, hunermend û endezyar endamên wê ne, tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bû.
183 hezar endamên sendîkaya PROSPECT hene. Endamên sendîkayê li karên çandinî, weşana radyoyê, parastin, perwerde, servîsên zarokan, enerjî, hawirdor, mîrateya çandî, deryayî, Telekom û ragihandinê dixebitin. Sendîka ku li zêdeyî 600 branşên li sektorên bingehîn xwe bi rêxistin kiriye, li gelemperiya Îngilîstanê personelên xwe hene.
Sendîkaya ku navenda wê li paytext Londonê ye, hefteya bihurî desteya xwe ya rêveber li hev civand û biryar da ku destekê bide kampanya “Freedom for Ocalan”. Sendîkaya PROSPECT mîna sendîkaya USDAW’ê bi giranî tevlî kampanyayên piştevaniyê yên navneteweyî nabe. Lê belê her du sendîka ji bo azadiya Ocalan tevlî kampanyayê bûn.
Kampanya “Freedom for Ocalan” beriya niha bi du salan li Brîtanyayê dest pê kir û niha bi desteka sendîkayên girîng didome. Kampanya “Freedom for Ocalan” bûye yek ji mezintirîn kampanyayên ku li Îngilîstanê tê meşandin û ji aliyê sendîka û rêxistinên ku temsîla bi milyonan kesî dikin, tê birêvebirin.
Kampanya, ji aliyê Sendîkaya Unite the Union û Sendîkaya Kar a Giştî (GMB) ve sala 2016’an li Kamara Avamê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kiribû. Unite the Union sendîkaya herî mezin a li Îngilîstanê û Gallerê ye û 1,5 milyon endamên xwe hene. GMB’ê jî 800 hezar endamên xwe hene.
Konfederasyona Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) ku zêdeyî 6 milyon endamên xwe hene, guh dabû banga sendîkayên xwe û di kongreya xwe ya par de biryar dabû ku ji bo azadiya Ocalan bi rengekî aktîf bixebite.
Her wiha Thompsons Solicitors ku 750 parêzer endamên wê ne, piştgiriyeke xurt dabû kampanya ji bo azadiya Ocalan.
Wekî din, mezintirîn festîvala karkeran a cîhanê “Durham Miners Gala” ku 14-16’ê Tîrmehê wê bê kirin, diyarî Ocalan hate kirin. Tê payin ku zêdeyî 200 hezar kes tevlî festîvalê bibin. Festîvala “Durham Miners Gala” 134 sal in bi rengekî bê navber li Brîtanya Mezin tê lidarxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.