Delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê civînên ku li Şehba ji bo gelê Efrînê lidardixstin bi dawî kirin.
Li navçeya Fafîn a kantona Şehba delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê encama Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi gel re parvekirin û bi dehan şêniyên Efrînê tevlî civînê bibûn.
Delegeya konferansê Fatma Mihemed daxuyaniya dawî ya konferansê xwend. Hevserokê Meclîsa kantona Efrînê Mustefa Hesen jî axivî û got:˝Em Efrînê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nahêlin û têkoşîna me ya rizgarkirina Efrînê didome.˝
Hesen di nava gotinên xwe de anî ziman ku wan rewşa Efrînê ji hemû aliyan ve nirxandine û rizgarkirina Efrînê nîqaşkirine.
Her wiha delegeyên konferansê li pêşiya gel rexnedayîna xwe dan û gel jî di nirxandinên xwe de nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo rizgarkirina Efrînê anîn ziman…ANHA