Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fîlma Reîs dest pê kir

05/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Fîlma Reîs dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî fragmana du salan bi bangewaziya Suleyman Soylu fîlma esasî dest pêkir.
Ji 15’ê tîrmeha 2016’an vir ve em fragmana fîlma deshilatdariya yek kesî ya tirsnak temaşe dikin. Eniya muxalîf hewldida ku bi serkeftina xwe ya hilbijartinan wê fîlmê bi gel nede temaşekirin. Mixabin muxalefet biserneket û bi bangewaziya fîguranekî film zû dest pêkir.
Encamên hilbijartinan yên fermî eşkere nebûne, meclîs kom nebûye û dest bi kar nekiriye, serokomar sûnd nexwariye, wezîrên xwe diyar nekirine û dest bi kar nekirine. Wezîrê karê hundir Suleyman Soylu bi lez û bez fîlma tirsnak a ku dê Tirkiyê roj bi roj ber bi tarîstana dojehê ve bibe da destpêkirin.
Gelek caran fîlmên tirsnak li Tirkiyê, bi taybet li Kurdistanê hatin kişandin. Ji vana ya herî girîng yek di salên 90’de li Kurdistanê hate kişandin. Serkêşên fîlma salên 90’î Tansû Çiler, Mehmet Ağar, Dogan Gureş û hevalbendên xwe niha li rex Erdogan in û bi cerebeyên xwe hêz didin Erdogan. Wisa xwiya dike ku Erdogan dixwaze ji fîlmên berê bêtir fîlmeke reş û tarî û bi tirs û xof bikşîne. Lewre, bi ser mexdûra salên 90’î birêz Pervîn Buldan re dest pêkirina fîlma nû neteseduf e.
Di destpêka fîlmê de Şagirtê salên 90’î wezîrê karê hundir telefonê dide hevseroka partiya sêyemîn a Tirkiyê ya ku 6 milyon kesî temsîl dike û jêre dibêje “ji bo we êdî mafê jiyanê tune ye”. Ferman dide waliyên xwe û tevilbûna merasîma “şehîdan” a endamên partiya duyemîna ku 12 milyonî temsîl dike qedexe dike. Eşkere û bê fikar herdû pertiyên muxalîfên ku 20 milyon kesî temsîl dikin tehdît dike. Serokê partiya nîjadperest lîsteya 70 rojnamegerên muxalîf eşkere dike û li wan gefan dixwe. Serçeteyê dest bixwînê ku bi salane di zîndanê de ye 6 rojnamegeran bi kuştinê tehdît dike.
Geşedanên destpêka fîlmê asta tirsnakbûna fîlmê bi me dide fêmkirin. Di fîlma nû de dewlet ji pergala komarê derbasê pergala Reîs dibe. Di pergala Reîs de Ser Reîs heye û di bin wî de Reîsok hene. Di pergala Reîs de ji bo biryar bi lezûbez bikevin meriyetê rêgezên mafya derbasdarin. Reîs û Reîsok him dozger, him dadger û him jî mubaşîr in. Di pergala Rêîs de pêdivî bi têgehên gerdûnî yên weke heq, hiqûq, edalet, makezagon, wekhevî, aştî, aramî, nirx, pîvan, rûmet, demokrasî tune ye. Tenê pîvanên Reîs û Reîsokan hene û li gorî pîvanên wan “racon” heye.
Di pergala Reîs de ji bo civaka Kurd, ji bo partiyên muxalîf, ji bo saziyên muxalîf, ji bo kesên muxalîf û ji bo çapemeniya muxalîf mafê jiyanê tune ye. Mafê jiyanê tenê dibin sîwana Reîs de heye. Meclîs bêwateye, dadmendî di bin fermana Reîs de ji bo tasfiyekirina civaka Kurd û muxalîfan hey e.
Di pergala Reîs de şer, kuştin, dagirkerî, talan , wêran, penaberî û desteserkirina dewlemendî û îradeya gel heye. Kûrbûna nakokiyan û dijberbûna civakan heye.
Di pergala Reîs de ber bi Yekbûna Ewropayê ve, ber bi nirx û pîvanên demokrasiyê ve, ber bi exlaq û rûmetên mirovahiyê ve meş tune ye. Ber bi reştarîya dojehêve meşeke nebixêr hey e.Bêguman civaka Kurd nebiyaniyê van fîlma ye. Gelek caran fîlmên wisa tirsnak temaşe kirine û nehiştine fîlm li gorî dilê derhinêr bi dawî bibin. Lê civaka Tirk dê cara yekem temaşe bike.
Em dizanin ku di dawiya şevê de, piştî tariya herî reş û dijwar de Roj dibişkive.

Mihemed ŞAHÎN

Post Views: 57
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.