Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çand û Huner Neynika Cîvakê ye

05/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çand û Huner Neynika Cîvakê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo ku mijara me rast bê têgihştin, berî em ê li wêneya mezin a cîhanê binêrin. Lêkolînvan, dîrokzan, sosyolog û arkeologan nasandina civak, gel û netewan bi riya çand û hunera kû afirandine pîvandine û bi wî rengî dane nasîn. Yanî di civakê de ciqas zêr û zîv, pere û pol heye nanerin an jî şoreşek herî bi bandor pêkanîne jî ne pîvane. Divê civak guhertina gel çiqasî bi rêya çand û hunere hunandiye ew esase. Ji ber ku şoreşên siyasî her çiqas bi bandor, mezintir û bi dijwarî pêk were jî, ger civak bi çand û hunera nû a şoreşê neyê rêxistinkirin, ew şoreş bandora xwe bi tenê demek kurt dikare bidomîne.
Ji despêka jiyana mirov û heya roja îro mirovahî tim û dayîm bi afirandina hunerê, û bi riya pêşketinên zanyarî li ber xwe vekiriye. Çi dem di civakekê de huner bi erzanî, tenê ji bo zevq û hestên xeyalî hatiye hunandin, wê demê civak ketiye nava valahiyek mezin. Roja îro de em binerin li rewşa cîhana me, asta kû huner têdeye nîşan dide ku mirovahî çiqasî di nava valahiya kûr, bê armanc de maye û bi hestên xapînok hatiye pelçiqandin.
Li Kurdistanê ev çil sale şoreşek bê hempa bi kedê û cangorîtiyek mezin tê afirandin, ev li ber çavên cîhanê ye û tu kes, tu hêz êdî vê rastiyê nikare înkar bike. Ev şoreş bi tevger kirina rêber Apo û bi Tevgera Azadiyê hat afirandin û meşandin. Tevgera Azadiyê di cewhera xwe de rêxistinek hemdem, pêşketî û resen e, lê mixabin di qada çand û hunerê de vê bê hempa bûna xwe hê jî nekari daxe qada jiyana gel. Çima?
Li gor min sedema herî mezin ji sala 2000 şûnve, bi navê pirr rengî û her kesî himêzkirin re, ji prensîbên xwe yên esasî tawîz da. Bi taybetî li saziyên çand û huner de ji bo pêşketina arabesk (bi hestên derewîn û bi nebawerbûna zanisti sotandina hestên gel huner çêkirin) deriyê xwe vekir û ev bû sedema ku hêdî, hêdî huner a resen bihele.
Duyem, di peyam û axaftinên siyasî de her çiqas li dij derketina arbeskê û populîzmê be jî, di siyaset û qada çand û hunerê de deriyê populîzmê vekir.
Mînak; komen hunerî ên destpêka rêxistinê de hatin afirandin, di van salên dawî de gelek paş de man û tenê di nava van koman de hin kes bi riya arabesk û populîzmê derketin pêş û rêxistin jî bi rengek bê deng ma, heta em dikarin bêjin bû alîkar. Ev kesana bi takekesiya arabesk bûn mînak jî nivşên nû re MIXABIN.
Ger rêber Apo di destên dijmin de dîl neba ez ne bawerim ku ev arabesk û populîzma vala ewqasî bi bandor biba di çand û hunera me de. Ger em dixwazin civaka me bi vê şoreşa bê hempa û cangoritiya bi hezaran şehîdan bê hûnandin, divê em bizvirin ser cewhera Tevgera Azadiyê. Divê em dev ji tavîzên piçûk berdin, ji bo ku çand û hunera resen pêşkeve plan û projên resen re derî vekin û wek peyam û axaftinên xwe yên siyasî de tînin ziman, deriyê xwe ji arbesk û populîzma kû ruhê civakê dikuje re bigrin.

Rotînda YETKÎNER

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.