Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema Sûriya Demokratîk e

03/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dema Sûriya Demokratîk e
Share on FacebookShare on Twitter

Pirsgirêka Sûriyê tevî şerê dijwar û hilweşandinê hê jî çareser nebuye. Rêjîm bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser piya ma. DAIŞ’ê tesîra xwe winda kir. Weke alîgirê çareseriyê na, weke alîgirê pirsgirêkên ku giran bûne rol lîst û wiha hat dest girtin. Komên çekdar yên din jî weke versiyonên cuda yên DAIŞ’ê rol lîst in. Niha zêdetir ji kontrol û bikaranîna Tirkiyê re tên hiştin. Ji derveyî van pêkhatineke ku gelê Bakurê Sûriyê temsîl dike heye. Yanî dikare bê gotin li Sûriyê sê hêzên sereke hene.

Tirkiyê di destpêkê de di giranbûna pirsgirêka Sûriyê û hilweşandina wê de roleke çalak lîst. Lîstina heman rolê dewam dike. Herî dawî bi dagirkirina Efrînê Sûriye weke fîılî parçe kir. Li ber çavên cîhanê paqijiya etnîkî dewam dike. Bi bermahiyên DAIŞ û El Nusra yên ku xistiye bin baskên xwe sabotekirina avakirina Sûriyeke demokratîk dewam dike. Ev rêxistinên ku di şerê navxweyî de berdêlên giran dane wê neçar bimînin ku hemû îddiayên xwe biterikînin. Lewra derdê Tirkiyê ew e ku Kurdan têk bibe. Li hember vê jî wê bi hewldanên Rûsyayê van rêxistinan bikin bazariyê û her biçe entegreyî rêjîmê bikin.

Ti xwestek û projeyên Sûriyeke demokratîk yên komên ku di bin kontrola Tirkiyê de tune ye. Derdekî rêjîmê yê demokratîkbûnê jî tune ye. Rêjîm hewldide demê qezenc bike û otorîteya xwe restore bike. Hedefa sereke ya Rûsyayê jî ew e ku rêjîmê li ser piya bigire û destketiyan bi otorîteya rêjîmê ve pîne bike. Di rastiyê de yên ku dixwazin Sûriyeke demokratîk ava bikin hêzên Bakurê Sûriyê ne. Heta niha nûnerên Bakurê Sûriyê tevli ti hevdîtineke navnetewî û lêgerîneke çareseriyê nehatine kirin. DYE, Rûsya, Ewropa jî di nav de hêzên mezin jî dibêjin ku Tirkiye hêzên ku Kurd di navê de ne asteng dike. Tê fêhmkirin ku xwediyê esasî yê Sûriyê Tirkiye ye. Kurdan li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin kirin. Bi hezaran şehîd û birîndar dan. Di koalîsyona ku DYE têde ye cih girtin. Tevî vê yekê li derve hiştina Kurdan û Hêzên Bakurê Sûriyê bi Tirkiyê îzah kirin cihê baweriyê nîne. Bê guman Tirkiye li dijî Kurdan e. Derdekî wê yê Sûriyeke demokratîk tune ye. Lê hêzên bi bandor yên cîhanê ji nûve avakirina Sûriyê nabe ku ji polîtîkayên nijadperest û dijminê Kurd yên Tirkiyê re bihêlin.

Pirsgirêka sereke ew e ku hêzên li Sûriyê ne hedefeke wan ya demokrasiyê tune ye.  Hevbeşiya wan ew e ku dixwazin bandor û para xwe zêde bikin. Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê, Rûsya, Îran û rêjîm di noqteyekê de gihiştin hev. Tirkiyê her daîm bi DAIŞ’ê re hevkarî kir. Niha hesaban dike ku wê kî piştî DAIŞ’ê ewê çiqas bandora xwe ava bike. Aşitî û demokrasî pirsgirêka wan ya sereke nîne. Tirkiyê, em bihêlin aşitiyê, herêmeke weke Efrînê ku lê aşitî û ewlehî hebû, bêyî ku ti sedem hebe li pêş çavên cîhanê dagir  kir û hilweşand. Hêzên ku ev yek erê kirin û bêdeng man, ti pêbaweriya gotinên wan yên weke demokrasî û aşitiyê nabe.

Di rewşa heyî de Sûriye nêzikî aşitiyê nîne. Lêgerîna destûreke demokratîk ya rêjîma Baas û hêzên ku xwe weke muxalif dibînin tune ye. Yên ku xwedî projeya çareseriya demokratîk in hêzên Bakurê Sûriyê ne. Ji bo ku hewldanên wêranker yên Tirkiyê bên bê bandor kirin, bi awayekî lezgîn pêdivî bi yekîtiyeke demokratîk ya ku bi hevre jiyana gelên Sûriyê misoger bike, heye. Zêde tehemula Sûriyê nemaye ku demê winda bike û xwînê birijîne. Pêdivî bi projeyên aşitî û demokratîk yên mayînde heye. Divê hêzên rewşenbîr û welatperwer yên Sûriyê bi roleke mezin rabin û bikevin nava tevgerê. Pêwîste hêza xwe bi hêzêz rêxistinkirî yên Bakurê Sûriyê re bikin yek. Dem dema ku hemû hêzên Sûriyê yên alîgirê demokrasiyê bibin yek.

Zekî BEDRAN

Post Views: 59
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.