Rojnameya Ronahî

‘NÇM bû dibistana jiyanê’  

NÇM 30 sal beriya niha hat avakirin û ligel zext û zordariyê tu carî dev jî xebatên çand û hunerê berneda. Hunermend Nurcan Degirmencî destnîşan kir ku NÇM ji bo wê bibû dibistana jiyanê. Sînemavan Adar Taş jî diyar kir ku di nava NÇM’ê de jiyaneke kollektîf heye û di xebatan de jî zimanê kurdî esas digirt. 

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), di 27’ê îlona 1991’an de, di nav de Mûsa Anter jî heyî ji hêla komekî ve li Cadeya Îstîklalê ya navçeya Beyogluya Stenbolê hat vekirin. Şano, sînema, muzîk, reqs û hwd hemû beşên hunerê di NÇM’ê cih girtin. NÇM bi helwesta xwe bû deng û rengê gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê û bi zimanê kurdî derket rê. Di nav 30 salan de di hêla şano, sînema, muzîk, wêne û reqsa gel de gelek atolyeyên taybet organîze kir. Her wiha xebatên ku bi zimanê kurdî kir li cîhanê deng da.

Ligel xebatên xwe di nav 30 salan de bi dehan caran bi êrişa polîsan ve rûbirû ma, gelek hunermendên NÇM’ê hatin binçavkirin, hatin girtin û kar û barê wan hatin astengkirin, bernameyên wan hatin betalkirin û hedef hatin nîşandan. Di sala 2016’an de bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) de NÇM hat girtin û dest danîn ser avahiya NÇM’ê. Ligel zor, zehmetî û zextan dev jî rêwitiya xwe berneda. Hunermend Nurcan Degirmencî û Sînemavan Adar Taş 25 salan di nav xebatên NÇM’ê de cih girtin û derbarê 30’yemîn salvegera avakirina NÇM’ê de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Di sala 1996’an de tevlî xebatan bûm’

Nurcan, diyar kir ku rêwitiya wê ya muzîkê li Navenda Muzîkê ya Arîf Sag dest pê kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 1996’an de min di NÇM’ê de dest bi kar kir. Min li vir xebatên xwe ya muzîkê domand. Di serî de min nekarî ez ji malbata xwe re bêjim. Ez wek kursiyer tevlî xebatên NÇM’ê bûm. Salek bêyî agahiya malbata xwe ez çûm û hatim. Piştre min ji malbata xwe re vegot. Jixwe di sala 1991’an de ji ber zext û zordariyan, ji ber tirsa malbatê û fikarên ku ez dijiyam ez neçûm. Lê di sala 1996’an de ez bi tevahî tevlî xebatan bûm.”

‘NÇM ji bo min bû dibistana jiyanê’

Nurcan, wiha bal kişand ser perwerdeya ku li NÇM’ê dîtî: “Min salekî dersên lêxistina sazê, şan û solfejê girt. Wê demê me bi kursiyerên ku heyî re komek ava kir û me xwest ev kom bila stranên dimilkî bêje. Ez bi eslê xwe Hêniya Amedê me û ez bi çanda dimilkî mezin nebûme û bêtir bandora kurmanci li ser min hebû. Hevalên ku ji Gimgim, Sivas û Dêrsimî gotin em dikarin bi dimilkî bêjin û me koma xwe ava kir. Di sala 1998’an de jî bi 11 jinan re me Koma Asmîn ava kir. NÇM, ji bo min gelek watedar e. Ez ê çawa bijîm ez li NÇM’ê hîn bûm. Min xwe ji takekesiyê rizgar kir. Min her tim hez xebatên kollektîf kir. NÇM ji bo min bû dibistana jiyanê.”

‘Gelek jin ji koma jinan sûde girt’

Nurcan, da zanîn ku vê demê her tim tiştên yekem bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Cara yekem Navenda Çandê ya Kurdan hat vekirin. Gelek kes ji vê bi bandor bû û bêtir bi werêk nêzî xebatên NÇM’ê dibûn. Bi hev re hîn dibûn, bi hev re hîn dikirin û ev tiş ji bo pêşketinê gelek girîng bû. Koma ku me ava kir piştî demekî ji bo jinan bû derfetên kar. Gelek jin ji vê komê sûde girt. Min perkusyonê lêdixist û ev tişt di nav kurdan de yekem bû, ez ji bo jinan jî bûm pêşeng di lêxistina perkusyonê.”

‘Me dîrokek jiya’  

Nurcan, diyar kir ku dîrokek jiyane û wiha hest û ramanê xwe anî ziman: “Me dîrokek jiya lê vê demê em di ferqa vê de nebûn. Ji bo em bi zimanê xwe stran bêjin, bi çanda xwe bijîn em bi rê ketin. Ez li Stenbolê dijiyam lê ez ji zimanê dayikê û çanda xwe ji dûr bûm. Aliyek ez ji muzîkê re eleqedar dibûm û aliyek jî ez hînê çanda xwe dibûm. Em di mutbexa NÇM’ê de bûn. Ez 25 salan di nav NÇM’ê de bi aktîf xebitîm. Ez di nav kom û projeyan de bûm. Ez di nav projeya besteyên beyîtên helbestvanê kurd Baba Tâhir Uryân-ı de bûm.”

‘Mîsyoneke NÇM’ê ya dîrokî heye’

Nurcan wiha bal kişand ser zext û zordariya li hemberî NÇM’ê: “Ji roja avakirinê heta niha her tim NÇM bi zext û zordariyê re rûbirû ma. Gelek caran arşîvên NÇM’ê hatin talankirin û dest danîn ser avahiya navendê. Ji ber ku tevlîbûna ji NÇM’ê zanebûn pêk hatibû û me dizanî dê zext û zordarî jî pêk bê. Li dijî hunera alternatîf her kes li vir bi dildarî dixebitî. Her wiha di têkoşîna 30 salan de NÇM’ê rol û mîsyona jinê girîng bû û her tim temsîliyeta jinan dikir. Mîsyoneke NÇM’ê yê dîrokî hebû û niha jî ji bo domandina xebatên çand û hunerê ya ji bo zarok û ciwanan hê jî berpirsiyartiyeke navendê heye.”

‘Ciwan dê xwedî NÇM’ê derkevin’

Nurcan, da zanîn ku ji ber zext û zordariyan gelek caran nekarin xwe bêtir îfade bikin û wiha bi lêv kir: “Ji ber zextan me hinek kar û barê xwe biçûk kir. Bi salan salonên me tunebûn û li salonên cuda em derketin ser dikê. Ligel her rêbazên zextê NÇM’ê tu carî ji holê ranebû, hunermendên ku piştî me hatin jî kevneşopiya NÇM’ê domandin. Ji bo min 30 saliya NÇM’ê dê bi saya nifşê nû dê derkeve asta herî girîng. Divê ciwan xwedî li mîrateya 30 salan derkeve û ji bo çand û hunera xwe bixebite. Her wiha bi minasebeta 30’yemîn salvegera avakirina NÇM’ê dê di 16’ê cotmehê de bernameyek bê organîzekirin. Em banga tevlîbûnê li welatiyan dikin.”

Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê bû destpêk 

Xebatkara sînemayê Adar Taş, wiha behsa xwe ya tevlîbûna xebatên NÇM’ê kir: “Ez li zanîngehê beşa sosyoliyê de bûm lê her tim eleqeya min bi sînemayê re hebû. Vê demê Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê bernameya filman organîze dikir. Ev tişt bi bi pergalî pêk dihat. Li vir bi hevalan re têkiliya min çêbû. Ez vê salê tevlî xebatên atolyeyên sînemayê bûm. Piştî ku xebatên atolyeyê bi dawî bûn, ez hîn bûm ku Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê girêdayî NÇM’ê dixebite. Piştre jî min xebatên xwe li vir doman.”

‘NÇM bi xebatên xwe xweser bû’

Adar, diyar kir ku di bin banê NÇM’ê de xebatên xweser ên sînemeyê hatin meşandin û got: “NÇM li Stenbolê 30 salan xebat da meşandin û xwedî li tecrubeyên yekem û mezin e. Di nav xebatan de kurdî esas bû. Çend sazî û dezgehên sosyîst û çepgîran hebûn jî NÇM bi xebatên xwe taybet û xweser bû. Tişta ku xebatên NÇM’ê taybet dikir jî kurdîbûna vê bû. Ji ber ku li Stenbolê jiyan her bi tirkî bû. NÇM bi hewldana xwe bû muxalîf û alternatîf. Bi kurdî muzîkê dikir, xebatên sînemayê dikir û şanoyên bi kurdî pêş dixist. Ev tişt girîng bû.”

‘Xebateke kolektîf tê meşandin’ 

Adar, destnîşan kir ku di nava NÇM’ê jiyaneke kollektîf heye û got: “Di nava pergalê de gelek kes ferdî tevdigere. Lê di nav xebatên NÇM’ê hişmendiya hilberîna kollektîf heye. Dema filmek tê keşandin ji serê heta dawiyê divê xebateke kollektîf pêk bê û ez wî tiştî di xebatên NÇM’ê de hînbûm. Niha ne tenê di xebatên xwe de di xebatên giştî yên NÇM’ê jî em hevkar in. Dema ciwan di NÇM’ê cih digirin bêtir bi zindî dibe û ev tişt jî hewce ye.”

‘Di jiyana rojane de axaftina bi kurdî’

Adar, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên NÇM’ê yên bi kurdî: “NÇM di hemû xebatên xwe de kurdî esas digirt. Dixwest di jiyana rojane de kurdî bê axaftin û vê tiştî li her kesî ferz dikirin. Li gorî min çend ferzkirin xelet bû jî di esasê xwe de rast bû. Em bi kurdî difikirin, bi kurdî dinîvsînin û bi kurdî dixebitin. Di rêwitiya 30 salan de NÇM hatiye asta herî girîng. NÇM di nav şert û mercên herî zor û zehmet de heta îro hat û hewl da ku xebatên xwe bidomîne. Bi dehan caran kilît li deriyê navendê dan, xwestin navendê bigirin, salon nedan û bi her awayî xebatên wan hatin tecrîdkirin. Ligel wê yekê berxwedana xwe domand. Bi wesîleya 30’eyemîn salvegera avakirina navendê em ê bicivin. Ev tişt ji bo min gelek bi nirx e.”

‘Rojên herî bi tarî dê bi xwe re ronahiyê jî bîne’ 

Adar, diyar kir ku dê pîrozbahiya salvegera 30’eyemîn bi dirûşma “Berbang” bê lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şert û mercên niha ya zor û zehmetiyan de îhlalkirina mafên mirovan derketiye asta herî jor. Jin, zarok, LGBTÎ+, kurd û gelek derdor di nav tarîtiyê de derbas dibin. Lê rojên herî bi tarî dê bi xwe re ronahiyê jî bîne Em ê li dijî her cureyên zext û zordariyê xebatên xwe bidomînin û werêktiya xwe bighînin hevdû.”

JINHA