Rojnameya Ronahî

Desthilatdariya PDK’ê…. Li hundir celadê gelê xwe ye, li derve jî xulam e

Navenda Nûçeyan/Şehba

23 Nîsanê ve dewleta tirkî ya dagirker bi armanca dagirkirina başurê Kurdistanê êrişê Herêmên Parastinê ya Medya dike. Herwiha PDK’ê jî şuna ku li dijî van êrişan xwedî helwest be, bi şêveyekî fermî heya roja me ya îro jî van êrişa rewa dike û ew jî bi artêşa tirk re êrişê cihên gerîla dike.

Di vê derbarê de jinên Efrînê kiryarên PDK’ê şermezar kirin û helwesta xwe li dijî siyaseta PDK’ê bi rojnameya Ronahî re parve kirin.

‘PDK’ê xwe avêtiye hembêza dijmin’

Gulê Mihemed got: “Divê tişta ku îro rû dide girêdayî dîrokê bê şîrovekirin. Di demekê de ku têkoşîna hebûna Kurdan gihaye lûtkeyê ku tenê bi hewceyî yekrêziyê ye, mixabin aliyek xwe davêje hembêze dijmin û li gorî berjewendiyên wî tevdigere! Pêwîste dersên ixanetê ku di dirêjahiya dîrokê de derketine di ber çavan re bên derbaskirin”.

Gulê Mihemed bang li hêzên siyasî kir ku berê xwe bidin itîfaqê, herwiha ji PDK’ê xwest ku dev ji xeta dijminê kurdan berde û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste PDK’ê bi lez dev ji xeta sîxurtiyê berde. Dewleta dagirker a Tirk derfetê jiyanê na de wa jî. ji ber ku kesê îxanetê li gelê xwe bike baweriya dijmin jî pê nayê. Li şûna ku vî karî dike, bila têkoşîna tekûzkirina statuya Kurd bilind bike û ji têkoşînên li beşên dîtir ên Kurdistanê re bibe pal û pişt”.

PDK’e nûnerê xeta xwefiroş e

Endama Meclîsa Jin a PYD’ê ya li Şehba Hêvîn Silêman jî got, demek dirêje dagirkeriya Tirk êrişeke dijwar bi ser Herêmên Parastina Medyayê ve pêk tîne. Desthilatdariya PDK’ê jî bi hemû siyasetên xwe di nav van êrişan de cih digire. Bi dayîna derfetên êrişan û bi bêdengiya li herêmê, kuştina sivîlan, gelek eşkere ye ku PDK’ê temsîla xeta xwefiroş dike.

Hêvîn siyaseta PDK’ê û AKP’ê rûbirûyî hev dike û dibêje: “Hukumeta AKP’ê ya faşist li Bakurê Kurdistanê mirovan qetil dike, davêje zindanan û derfetê nade bizavên demokratîk, desthilatdariya PDK’ê jî li Başûrê Kurdistanê kopyakî wê ye. Siyaset û nêzîkatiyên PDK’ê ji Şoreşa Rojava re heman nêzîkatiyên dagîrkeriya Tirkiyê ye. Eger îro jî tevgera Kurdî parçe be û hemû hewldanên yekîtiyê badilhewa diçin, sedema sereke astengiyên siyaseta PDK’ê yên girêdayî berjewendiyên dagirkerên Kurdistanê ye.”

Endama Meclîsa Jin a PYD’ê li taxa Şêx Meqsûd Hêvîn Silêman di dawiyê de helwesta PDK’ê li hemberî êrişên dagirkirina Efrînê, koçberkirina şêniyên wê û kiryarên guherîna demografîk nirxandin û got: “Çawa ku PDK’ê li hemberî êrişan li ser Efrinê bê deng ma, îroj jî li hemberî hewldanên qirkirinê û siyasetên guherîna demografîk li Efrînê û hemû herêmên hatine dagirkirin bê deng maye. Herwiha kujerên Kurdan li Hewlêrê pêşwazî dike. Ji vê mezintir û beloqtir îxanet nîne.”

‘PDK’ê dagirkeriyan rewa dike’

Hevseroka Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê Valantîna Ebdo jî ji rojnameya me re axivî û nerîna xwe wiha anî ziman: “Çawa ku neyarên Kurdan dijminatiya Kurdan weke erk ji xwe re dibînin, PDK’ê jî sîxurtiya xwe weke erk dibîne! Di wextekî de her kes li benda helwesta PDK’ê bû ku li hemberî êrişên dagirkeriyê bêdeng nemîne, mixabin li dijî hêzên gerîla ku statuya Başûrê Kurdistanê diparêzin, dest dide dijmin û êrişî gerîlayan dike”.

Valantîna Ebdo bi bîr xist ku desthilatdariya PDK’ê û şaxê wê yê li Rojavayê Kurdistanê (ENKS’ê) hewl didin dagirkeriya Tirkiyê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî rewa bikin û gel teşwîqî vegera bin siya dagirkeran dikin û wiha domand: “Ji bona ku dagirkerî meşrû bibe, PDK’ê li her parçeyek welêt şaxek xwe ava kiriye. Li Rojava jî ENKS’ê bi talîmata PDK’ê û MÎT’a Tirk tev digere. Bangên vê dawiyê ku gel radestî çeteyan bikin, hewldanên têkbirina vîna berxwedanê ne.”

Valantîna Ebdo wiha dawî li gotinên xwe anî: “Kiryarên PDK’ê carek din eşkere dike ku desthilatdariya wê li kuderê dibe bila bibe û çi navî li xwe dike bila bike, bi xeta îxanetê re bûye yek parçe”.

Hêjayî gotinê ye, li gorî nûçeyeke RojNews, tevî hemû bang û hişyariyan, çekdarên PDK’ê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê, di nava salek û nîv de 22 caran hêz şandine herêmên gerîla; êriş an jî hewldana êrişê kirine. Ji ber van pêkanînên PDK’ê heta roja îro jî 19 gerîla şehîd bûne.