Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di êrîşa dewlat Tirk ya li ser başûr de hedef Îran e

02/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rûsya dixwaze Îranê ji Sûriyê derxe
Share on FacebookShare on Twitter

Dîktatoriya Erdogan ya faşîst êrîşên xwe li ser Kurdan dijwar kiriye. Ne tenê li bakurê Kurdistanê, rojava û başûr jî kiriye hedefa xwe. Li başûrê Kurdistanê bi taybet li herêma Kêlaşîn, Xakurk, Xinêre û Qendîl ya li ser sînorê Îranê dixwaze dagirkeriya li seranserî sînorê Îranê berfireh bike. Di ragihandinan de derket ku dewleta tirk ev çend sale bi hezaran çeteyên li Sûriyê xwedî dike dixwaze, li başûrê Kurdistanê bihcih bike. Ev, ji ber li ser erdnîgariya başûrê Kurdistan e, metirsiyek mezin ji bo Kurdan e. Deshilatiya başûrê Kurdistanê heta niha li ser dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Xakurk û Xênere helwestek nîşan nedaye. Berovajî wê him serokê hikumeta herêma Kurdistan, him rêveberiya PDK’ê yên wek Sefîn Dizeyî ji bo dagirkeriya dewleta Tirk ya faşîst rewa nîşan bidin çi ji destê wan tê dikin. Ev her dû kesên di nava PDK’ê de tu tiştekî wan bi Kurdayetî nîne. Him Niçîrvan Berzanî û Sefîn Dizeyî bi salane bi dewleta Tirk re di nava hevkariyên aborî û siyasî di asta herî bilinde ne. Lê niha bi rêya PDK’ê li çiyayê başûrê Kurdistanê yên asê amadekariya DAIŞ’ek nû dike. Ev amadekariya dewleta Tirk ya dagirkeriyê tê wateya alîkariya DAIŞ. Niha li vir pirsek heye, ger li ser navê dijberiya tevgera azadiya gelê Kurd, PDK dixwaze DAIŞ li vê herêmê bicih bikin, ev wê çiqas di berjevendiyê wan de be? Niha dîsa rêveberiya PDK’ê çawa dema DAIŞ Musil dagir kir digot, “ew şoreşgerin, ew ne li dijî min in, li dijî Malîkîne” niha jî bi ser navê dijberiya tevgera azadiya gelê Kurd dixwaze, DAIŞ’ê li çiyayan bi rêya Dewleta Tirk bi cih bike. Pirs ev e ku li şûna tevgera azadiya gelê Kurd, li çiyayên başûrê Kurdistanê bi cih kirina DAIŞ wê çiqas di berjewendiyê gelê Kurd de be. Ji xwe hebûna leşkerên Tirk li başûrê Kurdistan wek metirsiyek mezin li ser hebûna gelê Kurd e. Niha jî bi cih kirina çeteyên DAIŞ yê girêdayî dewleta Tirk li çiyayên başûrê Kurdistanê destpêkê li ser gelê Kurd wê metirsiyên wek komkujiyên Şengalê çêbike. Ev di asta herî zêde wê li ser PDK’ê metirsî be. Dagirkeriya dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û bi cih kirina çeteyên DAIŞ’ê li vir, piştî ku Emerika siyaseta xwe li hemberî Îranê guhert û ji peymana atomî xwe vekişand, ket rojevê. Ev hemleya dewleta Tirk ya dagirker, tê dîtin ku li gora siyaseta Emerika ya dijberiya Îranê wek amadekariye. Dewleta Tirk bi vê hamlê dixwaze ev herêma aram ku bi agirbesta di navbera dewleta Îran û tevgera azadiya gelê Kurd de pêk tê ji nav bibe. Û vê herêmê him li dijî hikumeta merkezî ya Iraq him jî li dijî Îranê bike herêmek êrîşê.Dewleta Tirk armanc dike, bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ, li çiyayên Kurdistanê heta başûrê Bexdayê, derbasî herêma Xûzîstan ya pirraniya wê Erebên sûnî ne, bibe. Dîsa li ser xakurk û Qendîlê ve li ser çiyayên rojhilatê Kurdistanê derbasî çiyayên Elbûrz bibe û di bakurê Îranê re derbasî Efganîstanê bibe û bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ’ê wek hîlalekê Îranê dorpêç bike.Yek sedemek êrîşkariya dewleta Tirk ya li ser Kurdan jî, di rewşek destwerdana li ser Îranê de Kurdan wek hêzek çareserî û demokratîk bê bandor bike. Dewleta Tirk naxwaze weke li Sûriyê ku Kurdan wek xeta sêyemîn xwe bi rêxistin kirin û ji bo demokratîk kirina Sûriyê xebatkir û dîsa siyaseta dewleta Tirk ya li ser Sûriyê pûçkir, di rewşek wiha de li Îranê jî ev yek wê dubare bibe. Ji bo wê him li rojava him jî li başûrê Kurdistanê êrîşî tevgera azadiya gelê Kurd dike.

Ezîz KOYLUOGLU

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.