Fermandariya Asayîşa Giştî ya Rojava-Bakurê Sûriyê têkildarî teqîna li Hesekê ku 7 kes birîndar bûbûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîş li dijî navendeke Hêzên Sotoro yên dibin banê Hêzên Asayîşê de pêk hat û di êrîşê de 7 kes birîndar bûne.
Daxuyanî wiha ye;
“Roja 30’ê Hezîranê saet derdora 21:40’an li dijî yekji navendên Hêzên Sotoro yên di bin banê hêzên me de ku li nêzî dibistana El-Xesaniye êrîşek pêk hat. Di encama êrîşê de 7 kes birîndar bûn.
Hewldanên bi vî rengî ku terorist pêk tînin, nîşana herî berbiçav e ku dawiya terorîstan hatiye. Em ê tu carî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya hemû herêmên Bakurê Sûriyê ranewestînin.”