Rojnameya Ronahî

Welatî berê xwe didin sîstema enerjiya tavê

Ji ber dorpêça domdar welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê wek çareseriyeke alternatîf enerjiya tavê bi kar tînin. Tevî ku ji derdorê re baş e, lê biha ye.

Ji ber ku dewleta Tirkan ya dagîrker ava çemê Firatê qut kir ku turbînên kehrebeyê yên bendavên Rojava, Kobanê û Firatê yên li Tebqa dide xebitandin, saetên dayîna kehrebeyê li herêmê kêm bûn.

Bi vê rewşê re welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê li çareseriyên din geriyan.

Gelek welatiyên herêmê ji ber lêçûna zêde ya ampêran ku bi dolar ve girêdayî ye li şûna jeneratoran pergala enerjiya tavê bi kar tînin.

Enerjiya tavê û derxistina kehrebeyê

Di sîstema enerjiya tavê de kehrebe bi teknolojiya voltaronahî tê hilberandin. Ev teknolojî germayiya tavê dikişîne û vediguhêze kehrebeyê. Pişt re wê enerjiyê di betariyên mezin de kom dike ku wek jêdereke kehrebeyê tên bikaranîn.

Enerjiya tavê ji jêderên herî girîng yên nenerjiya bêdawî ye ku derdor diparêze. Tersê jêderên din e. Mîna kumir, petrol û gaza xwezayê ku bi derxistina wan re gazên bijehir derdikevin, tebeqeyên hawayê qirêj dikin û qulika Ozonê firehtir dikin.

Li gorî raporeke dawî ya pisporên derdorê yên Neteweyên Yekbûyî (NY), bi nêzîkbûna 2030`yan re dibe ku germayiya erdê bi rêjeya 1.5 derece zêdetir bibe. Pisporan piştrast kir ku mirovayî bi giştî di vî warî de berpirs e. Sekreterê giştî yê NY`yê got rapor ji bo mirovayiyê nîşana xeterê ye.

Enerjiya tavê alaveke erênî ya pêkanîna guhertine ye. Bikaranîna wê rê li pêşiya derxistina 7, 727 kîlogram karbondîoksîd digire.

Enerjiyeke paqij e

Welatiyê bi navê Azad Celal yê ji Dirbêsiyê ku tabloyên enerjiya tavê li ser banê xaniyê xwe bi cih kiriye wiha axivî: “Ev enerjî paqij e û nû dibe. Berûvajî jeneratoran ku pêwîstiya wan her tim bi sererastkirina biha heye. Li rex dengê wê yê nexweş divê rojane mazot jê re were peydakirin. Jenerator derdorê qirêj dikin”.

Celal çend meh in vê sîstemê bi kar tîne. Bi taybet piştî ku saetên dayîna kehrebeyê zêde bûn. Têkildarî wê got, niha havîn e û em kehrebeyê pir bi kar tînin.”

Girêdayî sûdên vê sîstemê Celal ev agahî dan: “Ev sîstem xwediya sûdeke mezin e. Pêdiviyên me yên kehrebeyê peyda dike. Bi taybetî di saetên sibehê de. Lê êvarê neyîniyeke wê heye ku em tenê dikarin wê ji bo ronîkirinê bi kar bînin. Herwiha lêçûna kirîna wê pir biha ye. Digel  wê jî em ji pirsgirêkên di jeneratoran de derdiketin xilas bûn. Lêçûna bicihkirina tabloyên enerjiya tavê ku 6 empêran dide derdora hezar û 200 dolarî ye.”

Digel van neyîniyan jî Celal bang li welatiyan kir ku vê sîstemê bi kar bînin û ji pirsgirêka kehrebeyê xilas bibin.

Gelek kes berê xwe didin vê sîstemê

Xwediyê dikana tabloyên enerjiya tavê Hisên Seydo Derwêş jî li ser mijarê wiha got: “Îsal jimara kesên ev sîstem kirîn zêde bû. Lewra kehrebe pir qut dibe û saetên dayîna wê jî kêm bûne.”

Derwêş diyar kir ku ev sîstem gelek baş e û pêwîstiya wê bi eleqedariyeke zêde nîne û şîret li welatiyan kir ku bi awayekî birêkûpêk li gorî empêran vê sîstemê bi kar bînin.

Li gorî Derwêş bihayê tabloyên vê sîstemê li gorî cureya wê cuda ye. Yanî bihayê tabloyên nîvşaneyî ku dirêjayiya wê 2 metre ne sed û 10 dolar e. Tabloyên ewropî yên berê hatine bikaranîn bi 55-45 dolarî ye. Tabloyên vietnamî yên ku berê hatine bikaranîn bi 85 dolarî ye û temenê bikaranîn tabloyan di navbera 15 heta 20 sal de ye.

Rêveberiya Xweser girîngiyê dide projeyên sîstema enerjiya tavê

Hevserokê Nivîsgeha Enerjî û Têkiliyan ya Rêveberiya Xweser Ziyad Rustem diyar kir ku projeyên sîstema enerjiya tavê li herêmê nû ne. Herwiha diyar kir ku cîhanê tevê berê xwe daye bikaranîna vê sîstemê.

Rustem da zanîn ku Sûriyê ji bo bikaranîna vê sîstemê guncaw e û axaftina xwe wiha domand: “Li Sûriyê havîn ji zivistanê dirêjtir e ku 8 mehan in û pileyên germahiyê tê de zêde ne. Li rex wê jî li herêmê rûbera ji bo pêkanîna projeyê pêwîst e peyda dibe.”

Rustem da xuyakirin ku projeyên enerjiyê li herêmê hene lê piçûk in û got, em mîna van projeyan li saziyan û sivîlan ve teşwîq dikin.”

Girêdayî karîna Rêveberiya Xweser ku projeyên derxistina kehrebeyê bi rêya enerjiya tavê pêk bîne, Rustem wiha axivî: “Ji ber ku pêwîstiya mîna van projeyan bi amûrên taybet hene ku li herêmê peyda nabin û ji ber ku tecurbeyên me di vî warî de tune ne, niha em nikarin mîna van projeyan pêk bînin. Dorpêça li ser herêmê jî bandorê li vê yekê dike.”

Ziyad Rustem hêvî kir ku li herêmê kargehên çêkirina tabloyên enerjiya tavê werin vekirin da ku qeydên li ser anîna wan tabloyan ji derve sivik bibin û ji mijara dolarê xilas bibin.

Her wiha Rustem pêşniyar kir ku belêndar (mutehêd) enerjiya tavê li ser avahiyan bi cih bikin yan jî li şûna mermerê tabloyên enerjiyê bi kar bînin.

Lê ev pêşniyar nirxa avahiyan zêde dike, tevî ku bikaranîna enerjiya tavê di malan de wesîleyek kêmkirina lêçûnan e.

Cîhanê berê xwe daye enerjiya tavê

Mamosteyê aboriya tavê ya zanîngeha Vietnamê û pirsporê senaryoyên enerjiya cîhanî Christian Breyer wiha got: “Êdî lêçûna derxistina kehrebeyê bi rêya sîstema enerjiya tavê di sûka kehrebeyê de kêm bûye. Bi vê yekê mirov dikare ji stasyonên kehrebeyê yên din xilas bibe.”

Breyer diyar kir ku wê sala bê, ev war geştir bibe. Wê avakirina avahiyên derxistina kehrebeyê bi rêya sîstema tavê her sal bi rêjeya ji sedî 5 û 10 kêmtir bibe û pê re lêçûna betariyê jî kêm bibe. Christian Breyer piştrast kir ku wê di nîva din a vê serdemê de guhertinên mezin di sûka kehrebeyê de çêbibin, dê stastyonên derxistina kehrebeyê bi betariyan hebin, dê beşên mezin ên sûka kehrebeyê kontrol bikin û ev yek dê rewşa stasyonên derxistina enerjiya alternatîf girêktir bike.

Breyer tevî 40 lêkolînerên warê eneriya tavê di kovara zanyarî de diyar kirin ku di çend salên bê de wê hilberandina enerjiya tavê bilez mezin bibe û dê cîhan sîstema enerjiyê ya cîhanê biguherîne. Her wiha gotin niha tabloyên enerjiya tavê yên li ser banan û avahiyan ji sedî 3 pêwîstiya cîhanê ya ji kehrebeyê derdixin lê ev rêje di 2030`î de dê bigihêje ji sedî 35.

Neyîniyên vê sîstemê tenê di lêçûna wê ya zêde û depokirina enerjiyê de ye. Ew yek ji jêdara enerjiyê ya qutequt e ji ber ku bê betarî tenê di saetên sibê de kehrebeyê dide.

ANHA